YE we kontrolên li ser sînor zêde bike
Piştî êrîşên 13'ê Mijdarê yên li Parîsê, welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar dan hin rêze tedbîran werbigirin.
Piştî êrîşên 13'ê Mijdarê yên li Parîsê, welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar dan hin rêze tedbîran werbigirin.
Piştî êrîşên 13'ê Mijdarê yên li Parîsê, welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar dan hin rêze tedbîran werbigirin.
Wezîrên Karên Hundir û Edaletê yên Yekîtiya Ewropayê bi awayekî lezgînî li paytexta Belçîka Brukselê civiyan û biryar dan ku kontrolên li ser sînor bên zêdekirin. Ev biryar wê ji bo welatiyên Yekîtiya Ewropayê jî derbasdar be. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Bernard Cazaneûve diyar kir ku Komîsyona Yekîtiya Ewropa wê heta dawiya salê qanûnên Şengenê ji nû ve binirxîne.
Wezîrên Karên Hundir û Edaletê yên YE her wiha li ser nivîsandina nasnameyên kesên bi rêyên hewayî ketine nava sînorên Ewropayê, li hev kirin. Tê gotin ku wê di heman demê de kontrola çekan jî were kirin.
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Bernard Cazaneûve ragihand, ku sê nuqteyên ji aliyê Fransayê ve hatin pêşniyar kirin, hatiye qebûlkirin ku bikevin rojevê. Cazaneûve got, "Li dengê welatê me hat guhdarîkirin" anî ziman ku wan li ser mijarên; kontrola çekan, nivîsandina nasnameya mirovên bi rêyên hewayî rêwîtiyê dikin, wan li hev kirine.
Fransa bi taybetî bi israr e ku sîstema Qeydkirina Navê Rêwiyan ku weke PNR tê naskirin, bikeve meriyetê. Bi vê yekê re wê liv û tevgera mirovên ketine hundirê sînorên Yekîtiya Ewropayê, bi hêsanî werin kontrolkirin. Ev biryar, ji ber ku astengiyan derxîne pêşiya azadiyên sivîl, niha hatiye sekinandin.