Biryara Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ambargoya li ser sazî û şexsiyetên Rûs ên ji ber tevlîbûna wan a li nava şerê navxweyî yê Ûkraynayê hatibû stendin, wê 6 mehên din jî di meriyetê de be.
Sefîrên Bilind ên YE yên li Brukselê civiyan, ambargoya li ser 146 kes û 37 saziyên Rûs ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî di nav de heye, dema wê dirêj kirin. Bi vî rengî dema ambargoyê ya heta 15'ê Adarê derbadar bû, het 15'ê Îlonê hat dirêjkirin.
Di 'lîsteya reş' a YE de, Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Rogozîn, ji şêwirmendên Pûtîn Sergey Glasyev û karsaz Arkadî Rotenberg jî di nav de 146 kes hene. Mal û milkên li Ewropayê yên van şexsiyetan wê heta meha Îlonê desteserkirî bin. Her wiha qedexeya çûn û hatina van şexsan ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê, wê dewam bike.
Ambargo her wiha li ser 37 sazî, şîrket û organîzasyonê jî heye.
Tê payîn, biryara Sefîrên Bilind ên YE ya li ser dirêjkirina dema pêkanînan, di Civîna Bilind a Wezîrên Karên Hundir û Edaletê ya sibe de bê formulekirin û roja Şemiyê were weşandin.