YDGK: Em ê ala heval Kadriye bilind bikin
YDGK: Em ê ala heval Kadriye bilind bikin
YDGK: Em ê ala heval Kadriye bilind bikin
YDGK, bang hemû jinên ku li ber xwe didin kir da ku ala berxwedanê ya Kadriye Ortakaya bilind bikin.
Jinên Ciwan ên Şoreşger û Welatparêz (YDGK) daxuyaniyek niviskî da û da diyar kir ku, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê nîşaneya zîhniyeta dest bi xwîn û hovane ye didomin û di heman demê hevkariya hemû hêz û saziyên dewleta Tirk jî bi van çeteyan re derketiye holê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, ev hêzên ku êrîşên wan ê destpêkê hedefgirtina jinan e qet dev jê bernade û wiha hat gotin, “Êrîşên xwe bi awayekî hovane berdewam dikin."
YDGK bibîr xist ku leşkerên Tirk jinên ku di berxwedana Kobanê de pêşengiyê dikin hedef girtine, Kadriye Ortakaya qetil kirine û daxuyanî wiha didome, “Ev rêbaza DAIŞ’ê ku dema berê xwe dide Şengal û Kobanê bikar tîne, hedefa destpêkê her tim bi aqilê zilamên mêtinger jin bûne.
Jinên ciwan çi li Rojava çi jî ji bo vê şoreşê bilindtir bikin û biparêzin di serî de li hemû Kurdistan û di cîhanê ji bo parastin û rizgarkirina şerefa mirovahiyê li kolanan, di çalakiyan de, li çiyayan wek gerîla, weke şervan li eniyan her tim mîsyona xwe ya pêşengiyê lîstine.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo jinên ciwan Kadriye Ortakaya di rêya Arîn Mîrxanan sembola biryarbûnê ye û wiha dewam kir, “Em soz didin ku li her cihê em lê ne em ê bi mezinkirina rêxistinbûna xwe, têkoşîna xwe ya li hemberî dijmin pêş bixin û azadiya xwe bi dest bixin.
Rêheval Kader gotibû; ‘Em ê cihê ku tova azadiyê lê bilind bûye heya dilopa xwîna xwe ya dawî biparêzin û heya azadiyê bi dest bixin têkoşîna xwe berdewam bikin û şer bikin’ soza rêheval Kader soza me ye em soz didin ku ji bo azadiyê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bikin û tola rêheval Kader rakin.”