YDG-H: Hesabê qetilkirina Murat Îzol dê bê pirsîn!

YDG-H: Hesabê qetilkirina Murat Îzol dê bê pirsîn!

YDG-H daxuyaniyek der barê kuştina Murat Îzolê ku cenazeyê wî 12 roj şûnde ji Çemê Dîcleyê derket de daxuyaniyek da û diyar kir ku dê hesabê vê bê pirsîn.

Însiyatîfa Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) duh di saetên êvarê d eli navçeya Baglarê a Amedê riya Goçmenler-Baglarê li trafîkê girt û meşa bi meşaleyî pêk anîn. Piştre jî li ber qerekolên daxuyaniyek dan çapemeniyê.  Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku 27’ê Adarê de Murast Îzol, polîsan dey pey û  ber vê yekê xwe avêt Çemê Dîcle û di 8’ê Nîsanê de cenazeyê wî hatiye dîtin. 

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kir kirin ku  li ser ciwanên kurd lîstikên mezin tên lîstin û wiha pê de çû: “Dewlet hemû aliyên qirêj yên mêtîngeriyê derdixe holê û  ciwanên kurd asîmîle dike û hewl dide ku berxwedan wan bişkîne, wan ji têkoşîna wan a rumetê dur bixe û ji hemû nirxên wan dur bike. Ji ber vê jî fuhuşê li ciwanên kurd fez dike, tiryakê di nava ciwanan de belav dike û sîxurtiyê zêde dike.  ji zimanê wan dur dixînin.  Îro li kolanên Amedê bi dehan ciwanên kurd li kolanan tevli fuhuş û tiryakê bûne.  Fuhuş û tiryak polîtîkaya dewletê ye.  armacan vê polîtîkayê eve ku ciwanên kurd bên asîmîlekirinû ji çanda wan bê durxistin.  Lê Tevgera Azad a Kurdistanê û ciwanên kurdistanê ev polîtîka vala derxistiye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku polîsan daye pey ciwanê bi navê Murat Îzol û Îzol jî xwe avêtiye Çemê Dîcle û wiha got: “Hevalê me Murat Îzol ku ji bo gelê xwe dixebitî û ji bo ku polîtÎkayên qirêj yên dewletê têk bibe xwedî li nasnameya xwe derket, wek hevalê Şahîn Oner ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.  Hesabê qetilkirina şehîdên me dê bê pirsîn. Banga me ya bo ciwanên me yên qehreman eve ku têkoşîna xwe bilind bikin û Rêber Apo û Kurdistanê azad bike.”