YDG-H’ê ji bo Ortakaya banga serhildanê kir
YDG-H’ê ji bo Ortakaya banga serhildanê kir
YDG-H’ê ji bo Ortakaya banga serhildanê kir
Tevgera Ciwanên Şoreşgerên Welatparêz (YDG-H) ji bo Kader (Kadriye) Ortakaya ya ku li ser sînorê Kobanê ji aliyê leşkerên Tirk ve nîşan lê hate girtin û hate qetilkirin banga serhildanê kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşgerên Welatparêz (YDG-H) û Tevgera Jinên Şoreşgerên Welatparêz (YDG-K) têkildarê Kader Ortakaya ya ku li ser sînorê Kobanê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin, daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endamê YDG-H'ê ve hate xwendin. Di daxuyaniya ku hat dayîn de ji bo dilsoziya bi têkoşîna Kader Ortakaya re banga serhildanê li hemû ciwanên welatparêz û hemû kesên hêstiyar hat kirin.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bila dost û dijmin baş bizanin xwîna tu şehîdên me li erdê namîne. Yên ku bi çewisandin û komkuijiyan êrîşan pêk tînin, bila baş bizanin ku wê li hemberî têkoşîna me winda bikin. Em banga têkoşîna radîkal li hemû ciwan, welatparêz û hêzên sosyalîst û demokratîk dikin. Bijî azadî, bimire koletî. Şehîd Namirin."