YDG-H'ê ji bo Ocalan û şoreşa Rojava daket kolanan
YDG-H'ê ji bo Ocalan û şoreşa Rojava daket kolanan
YDG-H'ê ji bo Ocalan û şoreşa Rojava daket kolanan
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz (YDG-H) bi çalakiyekê, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Ocalan û 1. salvegera şoreşa Rojava silav kir.
Ciwanên YDG-H'ê, ji bo balê bikşînin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 1. salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê silav bikin, li navçeya Amed Baglarê daketin kolanan.
Ciwanan, di çalakiya xwe ya duh de kolana Goçmenler li çûn û hatinê girtin. Ji ber destwerdana polîsan pevçûn derket. Ciwanan bi molotof kokteyl, fîşekên hewayî û bombeyên deng, bersiv da êrîşa polîsan a bi maşînên zirxî.
Piştî pevçûna demdirêj, ciwan li nava kolanan belav bû û dawî li çalakiya xwe anîn.