YBŞ: Qehremanî di parastina Êzidiyan û rizgarkirina Şengalê re derbas dibe

YBŞ: Qehremanî di parastina Êzidiyan û rizgarkirina Şengalê re derbas dibe

Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ), diyar kir hêza ku li Şengalê şer dike tenê YBŞ û gerîlayên HPG’ê ne û got, “Em revokên şer û qehremanên sexte yên berxwedana hefteyekê ku zêdetirî 100 çete hatin kuştin hewl didin bikin malê xwe û bikin malê hin kesên din em şermezar dikin û hişyar dikin.”

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), der barê şer û pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ û hin derdorên ku tên li Şengalê rû didin berevajî dikin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin hêzên wan ji bo parastina Êzidiyên li Şengalê berxwedana xwe didomînin û di hefteyeke dawî de darbeyen giran li çeteyan hatine xistin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di encama berxwedana hevpar a bi hêzên HPG’ê re hatiye pêşxistin komkujî û dorpêça duyemîn vala hatiye derxistin û paşdexistin. Armanca pêla êrîşa duyemîn a 26’ê Îlonê temamkirina komkujiya 3’ê Tebaxê destpê kiriye, dorpêça Şengalê û tinekirina gelê me yê niha li çiyayan de dimîne ye. Lê di encama berxwedana bi lehengî ya YBŞ û hêzên gerîla ev pêla êrîşê hatiye şikandin û derbeyên giran li çeteyan hatine xistin.

Yên dibin navê îdîaya parastin û rizgarkirina Şengal û Ezidiyan tevdigerin, di bin navê vê îdîayê de derdorên ji dewlet û rêxistinên siyasî alîkariya pereyan û çekan digirin, vê yekê tenê bi armanca parastina malbata xwe û sermayeya xwe dikin. Van kesan tevayî hefteyeke berxwedanê ye hewldaneke herî biçûk a xizmetê ji bo gelê me  û Şengalê nekirine. Weke di vê nêzikatiya qirêj de tê nîşankirin bi misogerî di armanca van kesan de xizmetkirina gelê me nîne. Dîsa vê berxwedanê nîşan kiriye ji bo rizgarkirina warê me yê pîroz Şengalê û parastina gelê me yên dixwazin yekane rêya vê û berxwedana wê tevlîbûna nav refên YBŞ’ê, ew mezin kirin û di nava refên ciwanên leheng ên Êzidî re mil dana gerîlayên azadiya Kurdistanê û li hemberî dijminên me şer kirine.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berxwedana hefteya dawî de ji bo doza mafdar a Êzidiyan du hevalên wan şehîd ketine û got: “Îro kesên ku xwe wek qehremanên Êzidiyan dibînin ji bo qehremaniya esas bibînin divê li qadên şer binêrin û vê bibînin. Divê Gelê me jî vê baş bizane ku qehremanî ji parastina gelê Êzidî û rizgarkirina Şengalê derbas dibe. Di nava pêvajoya du mehan de bi berxwedana ku hatiye pêşxistin re yên ku ev pêk aniye YBŞ û hêzên gerîlayan e. Û qehremanên esas ciwanên ku di vê berxwedanê de şehîd ketine. Ev rastiya ku di şexsê heval Azad û Egîd de tê jiyîn qehremanî çawa tê temsîlkirin divê her kes bibîne.

YBŞ’ê di daxuyaniyê de kesên ku berxwedanê biçûk dibînin û berevajî nîşan didin jî hişyar kir û got:

“Me dipa ku ev berxwedana ku hefteyeke berdewam dike bê bihêzkirin û ji gel re xizmetê bike, bi pêkanên ku dikin ji dijminê gelê me re xizmetê dikin û vê berxwedanê biçûk dixînin û ji bo malê kesên din bikin her tiştî dikin. Di vê berxwedana ku nêzî 100  çete hatin kuştin de, dixwazin vê berxwedanê bikin malê hinek kesên din û em van qehremanên sextekar şermezar dikin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de YBŞ’ê bang li ciwanên Êzidî kir û got: “Bila gelê me baş bizane ku li Şengalê ji bilî YBŞ û HPG’ê tu hêz şer nake. Bi vê wesîleyê em bang li hemû ciwanan dikin ku tevlî YBŞ’ê bibin û di vê têkoşîna pîroz de cih bigirin.”