Yawer: Li pêşiya şandina hêzên bejahî Tirkiye asteng e
Yawer: Li pêşiya şandina hêzên bejahî Tirkiye asteng e
Yawer: Li pêşiya şandina hêzên bejahî Tirkiye asteng e
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a Kurdistana Federal û Berdevkê Wezaretê Cebar Yawer da xuyakirin ku li pêşiya şandina hêzên bejahî ji bo Kobanê, dewleta Tirk asteng e.
Berdevkê Pêşmergeyan Cebar Yawer ê ji ajansa nûçeyan a Rojnewsê re axivî diyar kir, ku agahiyên berfireh ên li ser şandina çekan ji Herêma Kurdistanê ji bo Kobanê, li ber destê wî nîne.
Di vê hevpeyvîna ku hat ragihandin beriya du rojan hatiye kirin de Yawer got, "Lê belê agahî hene ku çek hatine şandin. Kantona Cizîrê jî agahî da me ku ji Herêma Kurdistanê çek û cebilxane hatiye wergirtin. Lê belê hînê negihaştiye Kobanê."
Yawer da zanîn ku ji ew nikarin ji bejahî ve hêzê bişînin Kobanê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Tevahiya xwişk û birayên me Yên li Kobanê dizanin, ku Wezareta Pêşmergeyan nikare ji bejahî ve hêzê bişîne wir. Tirkiye destûrê nade ku hêza bejahî biçe wê derê. Îro li Kobanê dîroka berxwedanê tê dubarekirin û hemû cîhan behsa Kobanê dike. Pêwîstiya Kobanê bi çek û cebilxaneyê heye. Me ji tevahiya tifaqên xwe re gotin ku em Kobanê û Başûr mîna hev dibînin. Ji bo me di navbera Hewlêr û Kobanê de ti cudahî nîne. Me ji hemû hevalbendên xwe re gotin ku hûn çawa alîkariyê didin Zumarê, bidin Kobanê jî. Ev yek nêrîna hemû lîderên siyasî yên Kurd e."