Ya Basta’iyên li ser sînor: Berxwedana Kobanê rêya sêyemîn e
Ya Basta’iyên li ser sînor: Berxwedana Kobanê rêya sêyemîn e
Ya Basta’iyên li ser sînor: Berxwedana Kobanê rêya sêyemîn e
Aktîvîstên Tevgera Ya Basta (Êdî bes e) ya Îtalyayê, ku tevlî berxwedana li ser sînorê Kobanê bûne diyar kirin ku berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên cîhanê “rêya sêyemîn e” û YPG û YPJ ji bo azadiya hemû gelên cîhanê şer dikin.
Aktîvîstên Tevgera Ya Basta (Êdî Bes e) ya ji Îtalyayê hatine jî ev hefteyeke li gundê Mehserê tevli nobeta berxwedanê bûne. Ji Tevgera Ya Basta Sara Montinaro û Roberto Cipriano der barê berxwedanê de nêrînên xwe bi ajansa em re parve kirin
'LI KOBANÊ TOVÊN JIYANA NÛ HATIN ŞANDIN'
Ji aktîvîstên Ya Bastayê Sara Montinaro, ku di nav nobeda berxwedanê ya li gundê Mehserê de cih digire diyar kir ku wan der barê Şoreşa Rojava, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, konfederalîzma demokratîk û xweseriya demokratîk de lêkolîn kirine û ji nêz ve dişopînin. Montinaro da zanîn ku bi taybetî li Rojava şoreşa jinan bala wan dikşîne û li Rojava li dijî sîstema kapîtalîst sîtema jiyaneke nû tê avakirin. Montinaro da xuyakirin ku li Rojava tovên jiyana nû hatine çandin û êrîşên DAIŞ’ê jî li dijî modela jiyana nû ne.
Montinaro anî ziman ku piştî tevli nobeda berxwedanê ya li sînor bûye dîtiye ku modela Rojava ne xewn e, rastiyek e û ji ber vê yekê jî bûne parçeyeke vê berxwedanê. Montinaro anî ziman ku ew dikarin ji tecrubeyên Şoreşa Rojava gelek tiştan hîn bibin û ew jî dikarin li çand û cografyaya xwe pêk bînin. Montinaro baweriya xwe ya ji bo serketina YPG û YPJ’ê jî anî ziman û ev tişt got: "Eger her der Kobanê her der Rojava ye hingî divê em her derê bikin Kobanê. Ji bo em hînî vê bibin li vir in.” Montinaro destnîşan kir ku berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên cihanê rêya sêyemîn nîşan dide û wiha berdewam kir: “Ev ji bo me rêyeke pîroz e, ji bilî lêgerîna vê rêyê çareya me nîn e. Ji ber ku Rojava temsîla vê dike em li cem Şoreşa Rojava cih digirin û wê Kobanê bi ser bikeve.”
'YPG Û YPJ JI BO AZADIYA GELAN ŞER DIKIN'
Endamê Tevgera Ya Bastayê Roberto Cipriano jî got ku li Kobanê modela jiyaneke alternatîf û azad heye, ji ber vê yekê jî Kobanê ji bo wan gelekî girîng e. Cipriano wiha berdewam kir: “Li dijî faşîzmê, kapîtalîzmê ji ber ku em dizanin rêyeke cuda ye û modeleke alternatîf e, em li vir in.” Cipriano hêzên YPG û YPJ’ê yên li Kobanê li ber xwe didin silav kir û ev tişt anî ziman: “Ew tenê ne ji bo Kobanê di heman demê de ji bo azadiya hemû gelên cîhanê şer dikin. Ji bo me hemûyan şer dikin, em di ferqa vê de ne. Li Kobanê wê serketin teqez bê. Me li vir modela jiyana azad a li Kobanê tê avakirin dît. Jiyana komunal heye. Di navbera jin û zilaman de têkîliya hêzê nîn e, mirovên biyanî jî ji vê bêpar nayê hiştin, jiyanake wisa ye. Bijî Apo, bijî YPG, bijî YPJ.”