Xwepêşandanên li Amedê careke din destpê kirin

Xwepêşandanên li Amedê careke din destpê kirin

Li Amedê ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê Kurd li gelek taxan daketin kolanan û di roja çaremîn de jî çalakiyên xwe bi heman rengî berdewam kirin.

Li Amedê gel çar roj in ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê ya Rojava û piştgiriya hikûmeta AKP'ê şermezar bikin serhildana xwe didomînin. Îşev jî li gelek tax û navçeyên Amedê gel daketin kolanan û çalekiyên xwe bi heman rengî berdewam kir.

Li gelek taxên navçeya Rezan a Amedê di pêşengiya ciwanan de welatî daketin kolanan û êrîşên çeteyan û helwesta hikûmata AKP'ê protesto kirin. Li Taxa Rezan ciwanan li ser kolana Sento bend danîn, rê li trafîkê girtin û agir hilkirin. Ciwanan diruşimên, "Her der berxwedan her der Kobanê ye", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê" û "Bijî serok Apo" qêriyan.

Piştî çalakiyê polîs bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan hatin cihê çalakiyê û bi bombeyên gazê û ava şîd êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi keviran bersiv dan polîsan. Gelek caran bi heman awayî polîsan êrîş bir ser ciwanan. Ciwanan gav paş ve neavêt û çalakiya xwe berdevam kirin.

Her wiha li taxa Goçmenler, Fatîh, Koşuyolu û Korxetê jî ciwanan bi heman rengî çalakî li dar xistin. Li taxa Fatîh a Rezan jî polîs bi awayekî tund bi maşîneyên zirxî ketin kolanê û gef li gelê li avahiyan xwarin. Polîsan li taxê bi çekan rasterast gule reşandin û ji welatiyan re gotin "Ka gerîllayên we. Bila bên we rizgar bikin. Hûn çima dernakevin." Dîsa cihên ku lê çalakî pêk hatin polîsan gelek caran guleyên rast bikar anîn.

Li semta Ofîsê ya Yenîşehîrê jî bi heman armancê welatî daketin kolanan û li ser riyan bend danîn. Çalakiya ku bi pêşengiya ciwanan hat lidarxistin, kolanan Ekîncîler û Gevran bi dîrekên mobesa daxistin, konteynirê çopê hatin girtin û agir hatin hilkirin. Polîsan li vir jî êrîşî ciwanan kir û bombeyên gazê, ava şîd a bi derman li hemberî ciwanan bikar anî. Ciwanan jî bi keviran bersiv dan polîsan. Li kolana Ekîncilere jî li ber avahiya midûriyeta polîsan a Yenîşehîrê polîs li ser rê nuqteya kontrolê daniye û gefan li welatiyan dixwe.

Li taxa Fîsê ya navçeya Surê jî di peşengiya ciwanan de welatî daketin kolanan. Çalakiya welatiyan li gelek taxan hîn jî didomin.