Xwendekarên YY’ê êrîşên li DU’yê şermezar kirin

Xwendekarên YY’ê êrîşên li DU’yê şermezar kirin

Endamên Komeleya Xwendekarên Yuzuncu Yilê ya Wanê (YODER) êrîşa polîsan a tund ya li dijî xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê û bûyera Murat Îzol ê ku ji ber polîsan reviya û xwe avêt Çemê Dîcleyê û jiyana xwe ji dest da şermezar kirin.

Endamên Komeleya Xwendekarên Yuzuncu Yilê ya Wanê (YODER), mudaxeleya polîsan a tund ya li dijî bûyerên 3 rojin li Zanîngeha Dîcleyê berdewam dikin a li xwendekarên welatparêz û demokratîk ên Zanîngeha Dîcleyê û bûyera Murat Îzol ê ku ji ber polîsan reviya û xwe avêt Çemê Dîcleyê û jiyana xwe ji dest da şermezar kirin. Bi hezaran xwendekar li ber Xwargeha Navendî hatin cem hev û pankrata "Rêheval Murat Îzol nemire" vekirin û dowîzên "Bijî Zanîngeha azad" û "Bimire kontra Hîzbullah" vekirin û sloganên "Zext me bêzar nakin", "Rêheval Murat nemire", "Ji YYU'yê ji berxwedana Dîcleyê re silav", "Ji terora polîsan ra na" û "Bimire Hîzbullah" qîr kirin û heta ber kafeteryayê meşiyan. Li ser navê xwendekaran Mehmet Şîrîn daxuyanî xwend û bal kişand ser pêvajoyê û wiha got: "Faşîst û nîjadperest bi êrîşan dixwazin vê pêvajoyê sabote bikin. Hinek kes dixwazin yekîtî û wekheviya gel sabote bikin û ber bi hinek aliyên din ve bibin."

Şîrîn bal kişand ser êrîşên li zanîngehên Mugla, Erzirom û Îzmîrê û wiha axivî: "Van êrîşan berdewam kir û bi destê polîsan birin Amedê. Kuştina Murat Îzol ya 10 roj berê li Amedê pêk hat encama van êrîşane. Em weke xwendekar van êrîşan şermezar dikin."

Piştî daxuyaniyê xwendekara ji bo kafeteryaya berê ayîdî YODER'ê û niha weke xwaringeh tê bikaranîn careke din bidin wan çalakî dan destpêkirin. Xwendekaran di xwaringehê de çalakî li dar xistin û bi kevçîkan li maseyan xistin û slogana "Medîko ya me ye dê bibe ya me" bilind kirin. Sekreterê Rektoriya YYU'yê Murat Demîr hate cihê bûyerê û diyar kir ku, ji bo daxwaza xwendekaran divê daxwaznameyê bidin. Xwendekaran diyar kir ku, ew dê daxwaznameyê bidin heke bersiva wan neyê dayîn dê çalakiya xwe berdewam bikin.