Xwendekarên xwestin bimeşin mala Îzol rastî êrîşê hatin
Xwendekarên xwestin bimeşin mala Îzol rastî êrîşê hatin
Xwendekarên xwestin bimeşin mala Îzol rastî êrîşê hatin
Xwendekarên Dîcleyê yên ku xwestin berbi mala Murat Îzolê ku dema ji polîsan reviya û ket çemê Dîcle jiyana xwe ji dest da, rastî êrîşa polîsan hatin.
Di navbera Xwendekarên Welatparêz yên Zanîngeha Dîcleyê û xwendekarên alîgirên Hîzbulahê de pevçûn derket û piştî pevçûnê xwendekaran xwestin berbi mala Murat Îzol ve bimeşin.
Xwendekarên ji Kampusê derketin, li ber Kampusa Zanîngeha Dîcleyê rastî benda polîsan hatin. Polîsan xwestin meşa xwendekaran asteng bike. Xwendekarên di meşê de bi biryar bûn, rastî êrîşa ava şid û gaza îsotê hatin.
Gengeşiya ku bi êrîşa polîsan destpê kir didome.