Xizmên windayan li aqûbeta Dîrbaz Kaya pirsîn

Xizmên windayan li aqûbeta Dîrbaz Kaya pirsîn

Xizmen windayan ên Geverê, di çarçoveya çalakiyen Şemiye de aqûbeta Dîrbaz Kaya yê di sala 2009'an de li Geverê hat qetilkirin pirsin.

Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çarçoveya "kiryar nediyar" de 30'emîn çalakiya Şemiyê berdewam kirin. Xizmên windayan û nûnerên ÎHD'ê li kolana Hunere civiyan û wêneyên windayan rakirin. Di çalakiyê de Nûnerê ÎHD'ê, Muhyettin Unal, anî ziman ku sazûmankarê JÎTEM'e Arif Dogan bêyî hesab bide gel mir û wiha got: "Arifa Dogan û Îbrahim Şahin gotin me mirov qetil kir. Lê disa ji hesap ji wan nehat pirsîn. Arif Dogan got li 55 cihan buroyên JÎTEM'ê ava kirine. Dewlet şirikê kuştinan e. Ji ber vê yekê hesap nayê pirsîn."

Piştre çîroka Dîrbaz Kaya yê di sala 2009'an de li gundê Manisê hat kuştin hat xwendin. Birayê Dîrbaz Raif Kutluk axivî û anî ziman ku Dîrbaz Kaya ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin. Kutluk, anî ziman ku Dîrbaz ji ber zextên dewletê koçî Edeneyê kir. Kutluk, anî ziman ku di sala 2009'an de dema li dawete bû telefonek jere hat û çû û wiha got: "Di 5'ê Tebaxê saet di 02.00'an de li taxa Esentepe ya Geverê maşineyek hatibû şewitandin. Di 15'ê Tebaxa 2009'an de li tenişta çemê gunde Manisê cenazeyê birayê min hat ditin. Birayê min ewil bi çekê kuştin û piştre avetin çem. Me seri li dozgeriya komare da. Le heta niha tu encam nehatiye bidestistin. Em ê heta dawî dozê bişopînin û lê xwedi derkevin."

Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawi bû.