Xizmên windayan: Hişê me li Kobanê ye
Xizmên windayan: Hişê me li Kobanê ye
Xizmên windayan: Hişê me li Kobanê ye
Xizmên windayan li Amed û Geverê di çalakiyê de bûn. Li Amedê xizmên windayan di çalakiya xwe ya 295. de li aqubeta Mehmet Nezîr Duman û li Geverê jî li aqubeta Mehmet Işik û Mahîr Duşunmez pirsîn. Di axaftinên çalakiyan de êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê hatin lanetkirin.
AMED
Endamên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di 295'emîn hefteya çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" de ji bo zelalkirina aqubeta xizmên xwe cardin li ber Pêykerê Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu hatin gel hev. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, di axaftina xwe de diyar kir ku xizmên windayan di cejnek din de dîsa aqubeta xizmên xwe yên hatine windaikirin dipirsin. Bîlîcî di berdewamê de qala êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û piştgiriya dewleta Tirk a dide çetayan jî kir û da zanîn ku wê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.
Xizma windayekî Kiymet Zengîn bi silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayan dest bi axaftina xwe kir û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê lanet kir. Yek ji xizma windayan Sakîne Çadir î got ku ev 30 sale ji bo zelalkirina aqubeta windayan têdikoşin û got, "Ji bo em di cejnê de biçin serdanê, gorek me jî tune ye."
Herî dawî çalakiya vê hefteyê de xizmên windayan çîroka windakirina Mehmet Nezîr Duman ê di 13 Sibata 1993'an de li navçeya Hezex a Şirnexê ji aliyê Hizbîkontra û cerdevanan hatiye windakirin hate xwendin û hate gotin ku ev 21 sal e ji Dûman tu agahî nehatine stendin.
Piştî axaftinan xizmên windayan çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan li dar xist û belav bûn.
GEVERÊ
Xizmên windayan li Geverê aqubeta Mehmet IŞik û Mahîr Duşunmez ên ku di sala 1994'an de hatin binçavkirin û hatin windakirin pirsîn.
Nûnerên ÎHD'ê û xizmên windayan li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya xwe hefteya 28'an a bi armanca aqubeta windayan bipirsin li Kolana Hunerê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên di cînayetên kiryar nediyar de hatin windakirin hatin hilgirtin. Nûnerê ÎHD'ê yê Geverê Muhyettîn Unal zilam li ser Kobanê şermezar kir û diyar kir ku cejn ji bo gelê Kurd bûye cejna reş.
Çîroka windakirina Mahîr Duşunmez û Mehmet Işik ên di sala 1994'an de ji Bajêrgehê ji şîniyê vedigeriyan ji aliyê Mahmut Yildirim (Yeşîl) û çeteya Geverê ve hatin revandin û qetilkirin kurê Mehmet Işik Naîl Işik vegot. Işik wiha got: "Bavê min piştî nîvro ji bo biçe gundê Kasran bi Mahîr Duşunmez ve bi rê ketin. Hê negihiştin Kasranê rêya wan ji aliyê JÎTEM'ê ve hate birîn. Piştî wesayîta wan hate rawestandin ji wesayîtê anîn xwarê û destên wan girêdan. Her du dan ber ceyranê. Mahîr Duşunmez bi têla ceyranê xeniqandin û bavê min jî bi şoqa ceyranê qetil kirin. Piştî bûyerê fermandar Kamîl hate gund malbata min tehdît kir û got ku heke gîlî bikin tu encamê bi dest nagirtin."
Işik, diyar kir ku heya niha der barê kiryaran de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin.