Xizmên windayan êrîşa li Lîceyê şermezar kirin
Xizmên windayan êrîşa li Lîceyê şermezar kirin
Xizmên windayan êrîşa li Lîceyê şermezar kirin
Xizmên wendayan û parazvanên mafên mirovan, êrîşa leşkeran a li Lîcê şermezarkirin û xwestin ku bila ji berpirsyaran hesab bê pirsîn.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên wendayan wekî her hefte li Bîrdara Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşuyolê 229'emîn çalakiya rûniştinê pêk anîn. Beriya çalakiya rûniştinê Sekreterê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdusselam Înceoren axivî û derbarê êrîşa leşkeran a duh li navçeya Lîcê ya Amedê pêk hatibû nirxandinan kir. Înceoren diyar kir ku, gel xwestiye mafê xwe yê demokratîk bi kar bîne û bertekên xwe li hemberî avakirina karakolan bîne ziman û wiha got: "Lê hêzên dewletê li hemberî vê meşa demokratîk bi çekan bersivda û di encamê de ciwanek jiyana xwe ji dest da gelek kes jî birîndar bû. Em wekî ÎHD'ê demek dirêj e bal dikişînin ser avakirina karakolan. Avakirina karakolan zirar dide pêvajoyê. Dewlet divê dest ji van polîtîkayên ewlehiyê berde û li hemberî çalakiyên demokratîk ên gel rêzdar be. Em vê êrîşe şermezar dikin û divê berpirsyarê vê êrîşê werin zelalkirin û darizandin."
Înceoren pişt re bûyera Abdulhakîm Kartalê ku di 16'ê Tebaxê 1991'an li Êlihê ji aliyê kesên ne diyar hatibû revandin û wendakirin vegot. Înceoren diyar kir ku, Kartal di rawestgeha taksiyê ya li otogara otobusan a Êlihê wekî şofor dixebitî û wiha got: "Di roja bûyerê di seatên 20.00'an 2 kesên sivîl ji Abdulhakim Kartal dixwaze wan bibe navçeya Farqîna Amedê. Kartal, ji bo 2 kesan bibe Farqînê bi taksiya xwe bi rê dikeve. Dema di şeva bûyerê de venagere malê malbat serî li cendirme û miduriyeta ewlehiyê dide. Lê tu agahî jê nagirin. Wesayîta Kartal piştî 15 rojan bi plakayek sexte ya Çewlikê li Antalyayê tê dîtin. Miduriyeta Ewlehiyê ya Antalyayê agahî dide malbatê ku cenazeyê bê xwedî hatiye dîtin. Lê malbat nikaribû cenazeyê teşhîs bike. Ji wê rojê heta niha ji Abdulhakîm Kartal tu agahî nehatiye girtin."
Piştî axaftinan girse 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist.
ÊLIH
Weke her hefteyê li Êlihê, rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Kolana Gulîstanê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin faîlên wan bên darizandin” hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyê kesên wenda hildan. Di çalakiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, KESK, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê û gelek kes amade bûn. Daxuyanî ji aliyê rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Îlyas Ekîncî ve hate xwendin. Ekîncî, diyar kir ku komela wan ji bo mafê bingehîn ê mirovan û parastina azadiyê li hember zilmê, êrîş, şiddet, îşkence û bê hiqûqiyê bê westan têkoşîn dike û got ku kesên di salên 1990’an de hatine windakirin bila aqubeta wan bê aşkerikirin û kiryarên wan bên darizandin.
Ekîncî, destnîşan kir ku di van rojên pêvajoya aşîtî û çareseriyê ku ber bi qonaxa duyemîn ve diçe li gelek cihan bûyerên provoke dertên pêş û wiha got: “Li gelek bajar û heremên Tirkiyê bi taybetî li hember jinê bûyerên şidet, destavêtin, tecawiz û cûdahî gelek zêde bûne. Ev kes û berpirsyarên vî karî dikin yek bi yek ji girtîgehan tên berdan û ev jî berteka civakê tund dike. Di rojên dawî de dîsa li hember xwendekar û karkerên kurd li bajarên Tirkiyê êrîşên nijadperestî ku pêk tên, bê navber didomin.” Ekîncî bal kişand ser bûyera duh a ku li Lîcê leşkeran gule berdan ser gel û wiha axivî: “Kesê bi navê Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran bi tevahî 10 kes birîndar bûn. Em vê bûyerê wek êrîşek nijadperestî dinirxînin û dixwazin ku desthilatdarî van bûyerên wiha ku cereyan dikin bila demek beriya demekê derxe holê. Em hêvî dikin ku ev bûyer jî nebe wek Roboskî û Madimakê û serê wê neyê nûximandin. Bila nebe wek komkujiyên din.”
Ekincî, anî ziman ku gotinên nijadperestî yên qeymeqamê Licê Ozer Ozbek nayên qebulkirin û diyar kir ku ew tundî şermezar dikin. Ekincî, destnîşan kir ku ew daxwaz dikin ku kesên bûn sedemê şewitandin û komkujiya Madimakê jî demildest bên aşkerekirin û bila carek din wahşetên wisa rû nedin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştina 5 deqîqeyan hate lidarxistin.