Xizmên windayan aqûbeta xizmên xwe pirsîn
Xizmên windayan aqûbeta xizmên xwe pirsîn
Xizmên windayan aqûbeta xizmên xwe pirsîn
Xizmên windahiyan ên Amed û Êlihê bi pêşengiya ÎHD'ê vê hefteyê jî li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn. Sekreterê ÎHD'a Amedê Abdusselam Înceoren çîroka Yilmaz Gûmûş e ku di sala 1993 ya 21'ê de li Êlîhê hatiye windakirin xwend.
AMED
Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan bi dîrûşma "Kujer bên darizandin û winda bên dîtin" di hefteya 297'emin de li Parqa Koşuyoluya navçeya Rezan a Amedê, li ber Peykerê Jiyanê çalakiya xwe yên heftane li dar xist. Ligel endam û nûnerên saziyên sivîl ên sivîl, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê û bi dehan xizmên windayan beşdarî çalakiye bûn. Berî çalakiye xizmên windayan wêneyên kesên hatina windakirin û qetilkirin li êrde rexistin û pankarta li ser "Evna kesen ku şevêke ji malên wan hatine girtin û carek din jî venegeriyane" û "Bila winda ben dîtin û kîryar û kujer bên darizandin" nivisî bûn hatin vekirin. Her wiha xizmên windayan wêneyên windahiyan hilgirtin.
Di çalakiyê de di serî de Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî axivî û di axavî û diyar kir ku bi salan e daxwazan wan a kîryar bên dîtin û darizandin hêye lê bêle li hemberî wan daxwazan bal kişand ser xemsariya hikûmeta AKP'a. Bîlîcî qala mirina avakere JÎTEM'ê Arîf Dogan û got ku her tim destê wan di qirika wî de be û ew ê li dinya din hesabê wan komkujiya ji wî bipirsin. Bîlîcî da zanîn ku dayikên xizmên windayan ji bo kiryar û kujer bên darizandin bêhejmar bangawazî li hikûmeta AKP'ê kirine lê tu caran neaniye cih. Bîlîcî di berdevamiya axaftina xwe de bilêv kir ku ji ber kiryar dewletê û nexwestiye û destûr nedaye ku dad be cih. Bîlîcî di dawiya axaftina xwe got ku îro jî bi heman rengî ew kuştinan pêk ten û wiha pêde çû: "Bila kesên ku bi vê ferasetê tevdigerin baş bizanin ku de ew negihêjin tu deran û îfleh nabin. Em heya dad bi cih ne de têkoşîna xwe bidomînin û çalakiyên xwe bidomînin."
Piştî axaftina Bîlîcî, Sekreterê ÎHD'a Amedê Abdusselam Înceoren çîroka Yilmaz Gumuş ê ku di sala 1993'yan de li Êlîhê hatiye windakirin vegot. Înceoren got ku li gorî bavê Yilmaz Gumuş Fahrettîn Gumuş der barê windakirina lawê xwe de agahiyên dan ev e ku lawê wî wextê hatiye windakirin 17'salî bû. Her wiha Înceoren da zanîn ku berî windakirina Gumuş, ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Êlihê vê hatiye binçavkirin û gefên kuştinê lê xwarine ew serbest berdane.
Înceoren, berdewamiya çîroka Gumuş wiha anî ziman: "Di sala 1993 ya 21'ê Cotmehê de di seat 09.00'an de dibistana ku li taxa Yeşîltepeyê ji wêneyan bikişîne Yilmaz ji kargeha xwe rahiştiye wênegirê û çûye. Piştî çûna wî tu agahî ji Yilmaz nehatiye girtin. Baweriya bavê Yilmaz ev e ku lawê wî ji aliyê kesên ku gef lê xwarine revandiye. Bavê Yilmaz serî li gemû sazî û dezgehên peywirdar daye lê tu encam bi dest nexistiye. 21 sal in ji Yilmaz tu agahî nehatiye istandin."
Pişti çîroka winda hat xwandin 5 deqe çalakiya rûniştine hat kirin. Pişti çalakiya rûniştine çalakî bi çepikan bi dawî bû.
ÊLIH
ÎHD'a Êlihê li Parka Ataturkê çalakiya hefteyî ya 297'an li dar xist. Serokê ÎHD'a Êlihê Mehmet Bagatir di çalakiya hefteyî de axivî û bang li rayedarên dewletê kir ku kujeran derxîne holê û wan darizîne. Bagatir li ser bûyera Çewlikê jî rawestiya û got ku li şûna 4 kesan teslîmî darazê bikin, rewşeke ku pevçûn derketiye derxistin holê û wan qetil kirin.
Bagatir got ku plana B a dewletê di êrîşa li hemberî Kobanê de derket holê û da zanîn ku wekî salên 90'î hewl dan Hîzbullah û hêzên tarî têxin dewrê. Bagatir li ser qetilkirina xebatkarê rojnameya Azadiya Welat ê Edeneyê Kadrî Bagdu jî rawestiya û ev êrîşa li ser çapemeniyê lanet kir.