Xizmên windayan aqûbeta Mustefa Aydin pirsîn

Xizmên windayan aqûbeta Mustefa Aydin pirsîn

Di çalakiya Dayîkên Şemiyê ku her hefte li ber Amadeyiya Cizîrê tê lidarxistin de aqûbeta Mustafa Aydin ê di sala 1993'an de li gundê Birkê yê Cizîrê hat binçavkirin û windakirin hat pirsîn.

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya heftane ku her hefte li ber Dibistana Amadeyî ya Cizîrê pêk tînin îro jî berdewam kirin. Dayîkan dîsa li ber dîwarê Amadeyiya Cizîrê wêneyên windayan rakirin û aqûbeta windayan ji rayedarên dewatê pirsîn. Dayîkan vê hefteyê dîsa wêneyên xizmên xwe yên ku di salên 1990'an de ji aliyê polîs, leşker û cerdevanan ve hatin revandin û êdî agahî ji wan nehat girtin rakirin. Dayîkan vê hefteyê çîrok û aqûbeta Mustafa Aydin ê di sala 1993'an de li gundê Birkê yê navçeya Cizîrê ji aliyê leşkeran ve ji malê hat revandin û windakirin pirsî.

KAMÎL ATAK Û CERDEVANÊN WÎ BI SER GUNDÊ ME DE GIRTIN

Di çalakiyê de Hevjîna Mustafa Aydin Medine Aydın, diyar kir ku, di sala 1993'an de Serfermandarê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz, Sercerdevan Kamîl Atak û bi sedan leşker û cerdevanan di ser gundê wan Birkê de girt û wiha got: "Wê demê Serfermandarê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz û Sercerdevan Kamil Atak jî di nav de bi sedan leşker û cerdevan bi ser malên me de girtin. Li gelek malan lêgerîn kirin. Cemal û Kamil Atak li gund hevserê min bi zorê bi xwe re birin. Her kes bi mirinê tehdît kirin. Piştî kuştin avêtin nava zeviyek vala. Dema me cenazeyê wî li nava zeviyê dît, bedena wî perçe perçe kiribûn. Êdî nedihat naskirin. Bi îşkenceyê qetil kiribûn. 3 roj û 3 şevan li ser moristana gerîkan birçê û tî hiştibûn. Piştre qetil kiribûn. Em baş di zanin ku, kê hevjînê min kuştiye. Me xwest cenaze li Cizirê defin bikin. Lê Serbaz Cemal destûr neda me. Em dixwazin hesab ji vê yekê bê pirsîn û lêpirsîna vê yekê bê kirin."

Dayîkan piştî aqûbeta Mustafa Aydin pirsîn 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.