Xizmên wendayan aqûbeta Suleyman Şik pirsîn

Xizmên wendayan aqûbeta Suleyman Şik pirsîn

ÎHD û xizmên wendayan di hefteya 232. de aqûbeta Suleyman Şik ku di sala 1994'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû wendakirin, pirsîn. 

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê her hefte bi dirûşma 'Bila wenda bên dîtin kujer bên darizandin' çalakî li dar dixin û di hefteya 232. de li Parka Koşuyoluyê çalakiya rûniştinê pêk anî. Gelek endamên saziyên civakî tevlî çalakiyê bûn. 

Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî bal kişand ser gorên komî û anî ziman ku ev hovîtî bi destê dewletê pêk hatiye û got: "Dewlet JÎTEM û kontr-gerîla baş nas dike. Navên wan di arşîvên dewletê de hene. Ji bo wenda bên dîtin divê ev arşîv bên vekirin." 

Bîlîcî destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tedawî bibe û şertên jiyana Ocalan bên sererastkirin.

Piştî axaftina Bîlîcî endama ÎHD'ê Necîbe Guneş Perînçek çîroka Suleyman Şik ku di sala 1994'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû windakirin vegot. Perînçek got: "Suleyman Şik her tim dihat binçavkirirn. Piştî ku li hember wî zext zêde bûn û du hevalên wî hatin kuştin koçî Silopiyê kir. Lê ji bo eşyayên xwe yên li Cizîrê mabûn bigire û careke din vegere, diçe Cizîrê. Piştî ku diçe Cizîrê careke din agahî ji wî nayê girtin. Dayika Suleyman dibêje berpirsyarên wendakirinê JÎTEM e. Piştî ku Suleyman Şik tê wendakirin, 20-25 kes li ser mala wan de digirin. Malbat dibêje kesên ku li ser malê de girtine Suleyman wendakirine."

Piştî daxuyaniyan 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin, rêvebirên ÎHD'ê û xizmên wendayan ji bo sersaxiya dayika siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, çûn mala şînê ya Pîranê.