Xebatkarên rêyên hesinî yên Fransayê dest bi grevê dikin

Zêdeyî 200 hezar karkerên li şîrketên rêyên hesinî yên Fransayê dixebitin, ji îro êvarê û pê ve dikevin grevê.

Zêdeyî 200 hezar karkerên li şîrketên rêyên hesinî yên Fransayê dixebitin, ji îro êvarê û pê ve dikevin grevê.

Xebatkarên li dijî projeya hikûmetê ya hin mafên xebatkarên rêyên hesinî ji destê wan digire derdikevin, ji îro êvarê heta sibeha Pêncşemê wê di grevê de bin.

Di çarçoveya grevê de gelek seferên Şîrketa Rêyên Hesinî ya Fransayê (SNCF) û seferên RATP ên li Parîs û banliyoyên wê tên betalkirin. Grev li ser banga sendîkayên bi navê CGT, Unsa, CFDT û Sud tê kirin. Ji ber grevê wê bi tenê kêmek seferên li nava welêt bên kirin.

Trena bi lez (TGV) jî bi tenê wê yek ji 3 paran, seferê bike. Piraniya trenên herêmî (TER) jî wê nexebitin.

Xebatkarên SNCF li hemberî pêşnûmeya projeya nû ya li ser saetên xebatê û rojên bêhnvedanê, dikevin grevê. Xebatkarên RATP jî ji ber lihevnekirina di hevdîtinên li ser heqdestê salane, biryara destpêkirina grevê dabû.