Xanim Tosûn jî li dijî DAIŞ'ê li Pirsûsê nobedê digire

Xanim Tosûn jî li dijî DAIŞ'ê li Pirsûsê nobedê digire

Xanim Tosûn a hevserê wê ji aliyê polîsan ve hat revandin û windakirin, li dijî çeteyên DAIŞ'ê tevlî nobeda li Pirsûsê bû. Xanim Tosûn ku ji bo dîtina kujerên hevserê xwe Fehmî Tosûn bi rojan li Meydana Galatasarayê nobeda edaletê digire, îro jî li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ser sînorê Kobanê nobedê digire. Tosûn ji ANF'ê re axivî û got, "Eger zarokên min, xwişk û birayên min li Kobanê şer dikin, bila kes ne li benda pîrozkirina cejnê be."

Di nava 150 jinên bi pêşengiya Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, bi armanca destekkirina berxwedana Kobanê cejnê li Pirsûsê derbas dikin de, yek ji navê sembol ê Dayikên Şemiyê Xanim Tosûn jî heye. Tosûn ku dema dayikek hînê gelekî ciwan bû rûyê herî bêrehm ê şer nas kir, li ser sînor cihê şer lê tê hîskirin, tevlî çalakiya nobedê bû.

Xanim Tosûn, ku di 19'ê Cotmeha 1995'an de hevserê wê Fehmî Tosûn li pêş çavên zarokên wan ji aliyê kesên sivîl ên bêtêl li gel wan bû hat revandin û ji hingî ve agahî jê nagire, ji bo cezakirina kujerên hevserê xwe bi salane li Meydana Galatasarayê nobeda edaletê digire. Tosûn ev nobeda xwe îro li sînorê Kobanê dimeşîne.

NAVÊ DIJMIN HATIBE GUHERTIN JÎ MEJÎ HEMAN MEJÎ YE

Tosûn diyar dike ku hebûna wê ya li ser sînor ji bo wê gelekî girîng e û destnîşan kir ku ti cudahî di navbera DAIŞ û polîsan û JÎTEM'ê ya Kurdistan veguherand gola xwînê de nîne. Tosûn da zanîn ku kengî komkujiyên DAIŞ'ê dibihîze, ew li psîkolojiya salên 1990'î vedigere.

Tosûn da xuyakirin ku di demeke gelê Kobanê bi hemû hêza xwe ji bo parastina xaka xwe li dijî çeteyan şer dike de, kes ji bo gele Kurd nikare behsa cejnê bike û got, "Zarokên min, xwişk û birayên min, canên min li wir şer dikin. Bila kes ne li bendê be ku ez cejnê pîroz bikim." Tosûn ê rondik ji çavên wê dibare bang li tevahiya jinan dike, ku li dijî vê zilmê bisekinin.

JINÊN RASTÎ ZILMÊ TÊN TACA SERÊ ME NE

Tosûn ragihand ku dijmin herî zêde ji piştevaniya jinê ditirse û diyar kir ku jinên şer yekser jiyane, êdî ne weke berê ne.

Tosûn got, "Jin êdî xurt û rêxistinbûyî ne. Gava dibin yek, ti hêz nikare li hemberî wan raweste" û destnîşan kir ku vîna aştiyê ya jinên li Rojhilata Navîn û Cîhanê wê pêşî li şer bigire. Tosûn ji jinên rastî destavêtinê hatine, li bazaran tên firotin xwest, xwe nekujin, fedî nekin û got, "Ew ji taca serê me ne. Ne ew bila ew barbar ji xwe fedî bikin."