WP, operasyona "Siya Koçer" a li dijî PKK'ê nivîsand
WP, operasyona "Siya Koçer" a li dijî PKK'ê nivîsand
WP, operasyona "Siya Koçer" a li dijî PKK'ê nivîsand
Rojnameya Washington Post a Emerîkî, li ser bingeha peymana veşartî ya navbera DYE û dewleta Tirk de di sala 2011'an de hat morkirin, operasyona bi navê "Siya Koçer" a li dijî PKK'ê bi rêya balafirên bê mirov, nivîsand. Rojnameyê ji bo vê operasyonê gotina "hewldanek tinekirina pevçûneke herêmî ya dem dirêj" bikar anî.
Di gotara Craig Whitlock a bi sernavê "Çavdêriya leşkerî ya DYE bi balafirên bê mirov, li derveyî herêmên şer, li nuqteyên germ belav dibe" de, cih ji bermayînên predatoreke ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hatibû xistin, hat veqetandin.
Hat ragihandin ku vê bûyerê ji bo demeke kurt be jî hemû awir zîvirand ser bernameya çavdêriya leşkerî ya veşartî ya DYE bi navê "Siya Koçer" û hat bibîr xistin ku ji Mijdara sala 2011'an û pê ve Hêzên Hewayî yên DYE ji bo tinekirina PKK'ê ku weke "şerê herêmî yê demeke dirêj dikele" bi nav dikir, ji Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê bi predatoran çavdêriyê dike.
BÊDENGIYA HEVPAR
Di nivîsê de hat gotin ku der heqê operasyona "veşartî" ya di çarçoveya peymana navbera Tirkiye-DYE de hat meşandin, herdu alî bêdeng mane û hat destnîşankirin ku rayedarên Pentagonê jî daxwaza hevpeyvîna li ser "Operasyona Siya Koçer" red kirine.
Di dewama gotarê de, der heqê kontrolkirina 4 predatorên li Încîrlîkê agahî hat dayîn. Li gorî vê yekê; predatorên di 'Operasyona Siya Koçer' de tên bikaranîn, ji eyaleta Mîssoûrî ya DYE tên rêvebirin. Di çarçoveya peyama bi rayedarên Tirk re, predator gava li ser seha Tirk bin, kamerayên xwe digirin û piştî firîna 5 saetan dema digihêjin qada hewayî ya Iraqê (Başûrê Kurdistanê) kamerayên xwe vedikin û dest bi kişandina dîmenan dikin.
AGAHIYÊN ÎSTÎXBARÎ DIŞÎNIN NAVENDA LI MÎSSOÛRÎ
Di çarçoveya destûra hikûmeta Iraqê de predator, dema dikevin herêmên gerîla her carê herî kêm 12 saetan, di rêgeheke çarqozî ya bi navê (qutî) difirin û vîdeo û agahiyên din ên îstîxbarî dişînin ji navenda li Mîssoûrî re.
Analîstên li Mîssoûrî jî, dîmenên di destê xwe de 15-20 deqeyan bi derengî dişînin ji navenda hevpar a Emerîkî-Tirk a li Enqerê. Payebilindekî berê yê hêzên hewayî dibêje, ev 15-20 deqeyên dereng mayî derfetê dide predatoran ku di rewşeke êrîşa bi top an hewayî ya Tirk de, xwe ji herêmê vekişînin.
CIH JI KOMKUJIYA ROBOSKÎ RE NEHAT DAYÎN
Di belavokê de hat ragihandin ku hin rayedarên DYE'yî ji destpêkê ve fikarên xwe yên li ser hin "qezayên lewitîn" anîne ziman û komkujiya Roboskî tê bibîrxistin.
Di gotarê de cih ji agahiyên li rojnameya The Wall Street Journal re hat veqetandin. Di gotarê de tê gotin ku bi keşfa Predatorên DYE û hişyarkirina artêşa Tirk re komkujiya Roboskî rû daye û hat gotin, "Di şûna ku rayedarên Tirk ji nêz ve lê binêre, xwestin predator vekişin û piştî demeke kurt dest bi êrîşê kirin."
TIRKIYÊ PREDATORÊN BI ÇEK XWEST
Hat diyarkirin ku vê bûyerê tengezariya navbera Enqere û Washingtonê mezin kiriye û hat gotin, ku rayedarên Tirk ji rêveberiya Obama xwestine, predator demeke dirêjtir di operasyonê de bifirin û xwestine predatorên bi çek ji wan re bê dayîn. Di gotarê de hat ragihandin rayederên DYE'yî li dijî vê derketine.
Di dewama nivîsê de hat gotin, "Tirk daneyên îstîxbaratî dixwazin, lê di mijara bikaranîna van daneyan de naxwazin bi Emerîkiyan re têkevin nava têkiliyê. Rayedarekî Wezareta Parastinê ya DYE ku nexwest navê xwe eşkere bike got, "Me gelek caran hewl dan alîkariyê bidin Tirkan ku bi îstîxbarat û operasyon, awa bi hev re baştir dikarin bên meşandin.
Tevî vê yekê, rayedarên Emerîkî "Operasyona Siya Koçer" serketî dibînin û îdîa dikin ku bi saya vê operasyonê êrîşên PKK'ê hatine astengkirin û rayedarên Tirk jî derfetên operasyonên hîn kêmtir "hesas" hatiye dayîn.
Di dawiya gotarê de cih ji gotina rayedarê DYE'yî yê digot, "Ev yek gelekî bi bandor bû ku Tirk li hemberî derveyî sînor operasyonê neke" hat veqetandin.