Wezîrê Parastinê yê Kobanê: Gelek windahiyên DAIŞ hene

Wezîrê Parastinê yê Kobanê: Gelek windahiyên DAIŞ hene

Wezîrê Parastinê yê Kobanê Îsmet Şêx Hesen, diyar kir çeteyên DAIŞ li hember şervanên YPG/YPJ’ê windahiyên mezin didin û gelek nuqteyên li bajêr ji destê çeteyan hatine derxistin.

Wezîrê Parastinê yê Kobanê Îsmet Şêx Hesen ê ji Ronahî Tv re axivî bi bîr xist ku 35 roj in berxwedaneke mezin heye û got, “Li hember van çeteyên ku dewlet jî nikarin xwe li ber bigirin YPG, 35 roj e li ber xwe dide. Ev berxwedaneke pîroz û dîrokî ye. Çete li hember vê îradeyê her roj windahiyan didin. Êdî li Kobanê înîsiyatîf di destê YPG û YPJ’ê de ye. Heta niha gelek herêm hatin rizgarkirin.” Şêx Hesen di dewama axaftina xwe de ev hişyarî dan, “Erê înîsiyatîfa wan şkest, lê hê jî bajêr di bin dorpêçê de ye. Lewma talûke didome. Ji ber ku li bajêr mirovên sivîl hene. Divê Kurdên li 4 parçeyan vê zanibin û li ser piya bin.”

JI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ RE BANGA ALÎKARIYÊ

Têkildarî mijara ku tê gotin, di organên çapemenî û ragihandinê de tê gotin ku ji Fransa û Başûrê Kurdistanê ji bo Kobanê alîkariya çekan hatiye kirin got, “Ji bilî êrîşên hewayî yên hêzên koalîsyonê tu alîkariyek negihiştiye me. Tenê ji Bakurê Kurdistanê jî ciwanên sivîl ên bêçek hatin tevlî berxwedanê bûne. Lê belê em ji bo van çeteyên ku bûne bela serê cîhanê paqij bikin alîkariyê dixwazin. Ji ber ev  tenê ne bela serê Kobanê bûne bela serê cîhanê.”

Şêx Hesen anî ziman ku li Kobanê û Pirsûsê gelê sivîl heye û wiha dewam kir,“Pirsgirêkên gelê me yê bicihbûn û xwarinê heye. Hewa sar dibe, ev pirsgirêkeke cidî ye. Dîsa li Kobanê pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê hene. Di şer de gelek nexweşxane û ambulans hatin texrîbkirin. Pêwîst e, dewlet û saziyên navneteweyî, bilez alîkariya lezgîn bidin Kobanê. Lewma ji bo Kobanê korîdoreke alîkariyê şert e.”