Wezîrê Parastinê yê Kobanê: Divê her kes çalakiyan lidar bixin
Wezîrê Parastinê yê Kobanê: Divê her kes çalakiyan lidar bixin
Wezîrê Parastinê yê Kobanê: Divê her kes çalakiyan lidar bixin
Wezîrê Parastinê yê Kobanê Îsmet Şêx Hesen da xuyakirin ku şer li navenda bajêr nîne, bi taybetî li aliyên rojhilat û başûr rû didin û bang li her kesî kir ku li her cihî li dijî komkujiyan çalakiyan lidar bixin.
Wezîrê Parastinê yê Kobanê Îsmet Şêx Hesen ji MED NÛÇE re axivî û diyar kir ku di rewşa heyî de şer li rojhilat, başûr û derdora bajêr diqewimin.
Hesen da zanîn ku şer li navenda bajêr nîne û destnîşan kir ku herêma sînor di bin kontrola YPG'ê de ye.
Hesen got, "Sînro di bin kontrola me de ye" û destnîşan kir ku rêxistina hov DAIŞ dixwaze komkujiyê bike.
Hesen got, "Mirovên sivîl li Kobanê hene. Divê gel li Kobanê xwedî derkeve" û bang li civaka navneteweyî jî kir ku Kobanê bi tenê nehêle.
Hesen di dewama axaftina xwe de got, "Ji bo pêşîgirtina li komkujiyan, divê her kes xwedî li Kobanê derkeve. Pêwîste her kes li her cihî çalakiyan lidar bixin. Çi ji destê kê tê divê bike."