Wezîrê Aboriyê yê Efrînê Yûsûf pergala Rojava vegot
Wezîrê Aboriyê yê Efrînê Yûsûf pergala Rojava vegot
Wezîrê Aboriyê yê Efrînê Yûsûf pergala Rojava vegot

Konferansa Aboriya demokratîk a li Wanê, ku bi şiyara "Em ax, av û enerjiya xwe bikin kumun, jiyana azad û demokratîk ava bikin" tê lidarxistin, di roja duyemîn de dewam dike. Wezîrê Aboriyê yê Kantona Efrînê Dr. Ahmed Yûsûf, di konferansê de aliyê aboriyê yê avabûna li Rojava vegot.
Konferansa Aboriya demokratîk a li Wanê ya bi şiyara"Em ax, av û enerjiya xwe bikin kumun, jiyana azad û demokratîk ava bikin" ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê û Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) ve tê organîzekirin, li Navenda Çandê ya Nûda, dewam dike.
Roja duyemîn a konferansa bi beşdariya 230 delegeyî, bi axaftina Wezîrê Aboriyê yê Kantona Efrînê Dr. Ahmed Yûsûf destpê kir. Yûsûf kêfxweşiya xwe ya ji tevlîbûna konferansê anî ziman û got, "Beşdariya li konferanseke ku Kurd pirsgirêkên aboriyê yên pêşeroja xwe lê nîqaş dikin, ji bo min xeyalek bû. Gelekî kêfxweş im ku tevlî konferansê bûme û li ser aboriya Kurdan diaxivim."
Yûsûf ragihand ku di Kantonên Rojava de yekgirtin çêbûye û anî ziman ku wî ji esnaf û gelên Efrîn û Cizîrê silav aniye.

Yûsûf got, "Li Rojava, li pêşiya jinûve avakirina aboriya civakî astengî hene. Sîstemên referansa wan sîstemên kapîtalîst e, mîna li qadên civakî di qada aboriyê de jî astengiyan derdixînin pêşiya xurtbûyîna me. Em aboriya civakî ji xwe re esas digirim. Bi sernavên antî lîberalîzm, veguherîna ekolojîk, pîşesaziya civakî û çandî û ya herî girîng jî em exlaqê weke milkê hevpar dibînin û bi van hewl didin sîstema xwe ava bikin."
Yûsûs di dewama axaftina xwe de got, "Em ewlekirin û parastina çavkaniyên xwezayî esas digirin. Di parastinê de mebesta me ne leşkerî ye, li dijî talankirina van û zilma civak lê rast tê, em parastina cewherî esas digirim" der barê rê û rêbazên nirxandina aboriya civakî ya li Rojava de ev xal destnîşan kir: "Di destpêka jiyana civakî de aborî heye. Di nava armancên me yên sereke de jî demokratîkbûyîna aboriyê û ekolojîkbûyîn hene. Em sîstema kredîkirinê ya mînî, red dikin. Demokratîkbûyîna di navbera û di nava komunan de em esas digirim."
Yûsûf diyar kir ku beriya her tiştî wan xwe gihandine azadiyê û nêrîna xwe ya li sektora hilberînê bi van sernavan rave kir: "Nêrîna me ya li sektorên me; ekolojîkbûyîna hilberînê, hurmeta me ji bûyîna xwedî milk heye, lê belê em alîgirê pêşveçûneke hevseng in. Em ne alîgirê qezenceke bêsînor in. Em sîstema fînansê, ji sîstema kapîtalîst cudatir, di ser komun û kooperatîfan ve dimeşînin. Ev sîstem çawa dikarin bên damezrandin. Em bicihkirina neteweya demokratîk û dewlemendkirina çavkaniyên ser û bin erdê, esas digirim."
Yûsûf ragihand ku ji ber kapîtalîzm li Rojava bicih nebûye, di avakirina sîstema xwe de ew zehmetiyan nakişînin û got, "Exlaq, di rûniştandina sîstema me de, ji bo me sernavê herî girîng e. û em di navenda avakirina neteweya demokratîk de cih digirin. Lê belê aliyê zehmet ew e ku ev yek li Rojhilata Navîn sîstemeke nû ye. Ji Rojava ber bi Ewropayê koçeke cidî ya mejiyî rû da. Problema me ya herî mezin; her gava tê avêtin, her sîstema tê avakirin, nû ye. Û ji ber mînakên wê nîne, carna zehmetî derdikevin pêşiya me."
Yûsûf ragihand ku pêwîstî bi ewlehiya jiyana civakî ya li Rojava heye û destnîşan kir ku ew xebatên xwe bi Yekîtiya Hilberîneran, Odeya Bazirganî û Pîşesazî, Navenda Pêşvebirina Aboriyê yên Rojavayê Kurdistanê re dimeşînin.
Yûsûf axaftina xwe bi gotina, "Dema Rojava tê gotin, bila bi tenê şer neyê bîra we, bila avabûn jî were bîra we" bi dawî kir.
Yûsûf bersiv da pirsên delegeyan û konferansa bi awayekî li çapemeniyê girtî dewam dike.