Weşanên NÛÇE TV û MMC dibe sibê rawestin

Weşanên NÛÇE TV û MMC dibe sibê rawestin

Weşanên NÛÇE TV û MMC dibe ku sibê rawestin. Îtiraza li biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagenê, li Dadgeha Danîmarkayê hatibû nirxandin. Dadgeha Danîmarkayê biryara xwe ya li ser îtirazê roja Înê ji rayedarên kargehan re ragihand û weşanên ROJ TV bi temamî betal kir. Dadgehê weke şert diyar kir ku ji bo pêvajoya îtiraza li biryarê bikeve meriyêt divê cezayê pere û lêçûnên dadgehê werin dayîn.

Parêzerên Mezopotamya Brodcast roja 9'ê Tîrmehê serlêdana îtirazê li Dadgeha Danîmarkayê kirin û xwestin ku, heta biryara dawî ya Dadgeha Bilind bê dayîn, cezayê pere yê 10 milyon kron neyê dayîn û weşanên televîzyonan dewam bikin. Dadgeha Danîmarkayê jî, biryara xwe ya li ser îtirazê, roja Înê ji rayedarên Weşangeriya Mezopotamyayê re bi awayekî nivîskî ragihand.

HESABÊN WEŞANGERIYA MEZOPOTAMYA HATIN GIRTIN

Bankayên li Danîmarkayê, ji ber zextan hesabên kargehê girtin. Ji ber vê yekê NÛÇE TV û MMC nikarin vî pereyî bidin.

Rayedarên kargehê dan xuyakirin ku piştî biryar hat eşkerekirin, gelek Kurdistaniyan xwe gihandine wan, xwestine alîkariya maddî bikin, lê belê di warê teknîkî de ev ne gengaz e. Li gorî biryara roja Înê ji rayedarên kargehê re hatin ragihandin, divê cezayê 10 milyon kronê sibê bê dayîn.

Rayedarên NÛÇE TV jî diyar kirin ku ji ber di hesabê wan de pere tineye û di warê prensîbê de ew vî cezayê qebûl nakin, nafikirin ku ceza bidin. Rayedaran diyar kirin ku dewleta Danîmarkayê vê rewşê dizanin û di çarçoveya planeke dij ehlaqî û dij huqûqî de kargehan ber bi îflasê ve dehf didin, lewma dibe ku weşanên kanalan di nava vê hefteyê de bên rawestandin.

'DOZA LI DADGEHA EYALETÊ YA DANÎMARKAYÊ SALEKÊ DEWAM KIR'

Doza ROJ TV ya par li Dadgeha Bajêr a Kopenhagenê destpê kir salekê dewam kir û di encamê de cezayê pere yê 5 milyon Kron lê hatibû birrîn.

Dadgeha Bajêr daxwaz betalkirina lîsansa ROJ TV red kiribû û biryar dabû ku weşanên kanalê dewam bike. ROJ TV li dijî cezayê pere derket û li Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagenê doz vekiribû.

Di encama doza nêzî salekê de, Dadgehê roja 3'ê Tîrmeha sala 2013'an biryara xwe eşkere kir û li gorî vê yekê cezayê Dadgeha Bajêr girantir kir û di ser de cezayê nû da. Li Kargeha Anonîm a ROJ TV, tevî betalkirina weşanê 5 milyon Kron cezayê pere hat birrîn.

Her weha Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagenê, cezayekî nû jî li dozê zêde kir. Biryar da kanala muzîkê ya MMC ya ser bi Kargeha Anonîm a Mezopotamya Brodcast betal bike û cezayê 5 milyon Kron da vê kargehê.