Welatiyekî Kurd li mala xwe kuştî hate dîtin

Welatiyekî Kurd li mala xwe kuştî hate dîtin

Welatiyek Kurd li mala xwe ya li Hesekê bi awayekî kuştî hate dîtin.

Buroya ragihandinê ya Asayîşa Hesekê diyar kir ku,  welatiyê bi navê Ebdulbarî Mihemed  Cewher, li mala xwe ya li taxa Miftî bi awayekî kuştî hatiye dîtin. Buroya Asayîşê destnîşan kir ku, Cewher bi alavên hesin hatiye kuştin.

Hate gotin ku, di dema bûyerê de tu kes li malê nebû. Hevjîna Cewher jî bi telefonê buroya asayîşê geriya û diyar kir ku, dema ew vegeriyaye malê hevjînê xwe bi awayekî kuştî dîtiye.

Ebdulbarî Mihemed Cewher yê 40 salî bi muzîkê re eleqedar dibû û di şahiyan de cih digirt.