Welatiyê ji aliyê Hizbîkontra ve hat qetilkirin spartin axê
Welatiyê ji aliyê Hizbîkontra ve hat qetilkirin spartin axê
Welatiyê ji aliyê Hizbîkontra ve hat qetilkirin spartin axê
Suleyman Kale yê li Amedê ji aliyê hizbullahiyan ve hate qetilkirin li gundê xwe bi dirûşmên “Şehîd namirin” hate definkirin.
Cenazeyê Suleyman Kale (19) yê duh li Amedê di çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê de ji aliyê hizbullahiyan ve hate qetilkirin li gundê Çîrîkê yê Farqînê bi tevlibûne hezaran kesan hate definkirin. Bi hezaran kes li gundê Qurtê ya 15 kîlometre dûrî Farqînê ye kom bûn bi sedan wesayîtan ber bi gundê Çîrîkê ve derketin rê. Li mizgefta gund wecibeyên olî hatin bicihanîn û birin goristana gund.
Dayika Kale cara dawî li kurê xwe mêze kir û piştre cenaze bi dirûşmên “şehîd namirin” hate definkirin. Li goristana ku ala PKK’ê hate daliqandin de bi hezaran kesan rêz girtin û piştre apê Kale, Hasan Kale axivî û wiha got: “Em soz didin, heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê têbikoşin. Bila serê gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd sax be. Em ji vir qehremanên li serê çiya û berxwedana Kobanê silav dikin.” Kale bi berdewama axaftina xwe de spasiyên xwe kesên beşdarî merasîma cenaze bûn kir û ev tişt anî ziman: “Me berê jî soz dabû. Em niha jî soz didin. Ev gel dê hêta dilopa dawî ya xwîna xwe dê têbikoşe. Dê tu caran nirxên xwe bernede.” Merasîma cenaze bi çepik û dirûşmên “Bijî berxwedana YPG’ê” “Şehîd namirin” bi dawî bû.