Welatên YE li ser girtina rêya koçberiyê ya Balkanan li hev kirin
Tê gotin, welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), li ser mijara pêşîgirtna li koçberiya di ser Balkanan re û alîkariya malî ya ji bo Yewnanîstanê ya ji bo mayîna koçberan, li hev kirine.
Tê gotin, welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), li ser mijara pêşîgirtna li koçberiya di ser Balkanan re û alîkariya malî ya ji bo Yewnanîstanê ya ji bo mayîna koçberan, li hev kirine.
Li gorî nûçeya rojnameya Le Fîgaro, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji Brukselê, welatên YE ji bo pêşî li penaberên di ser Balkanan re derbas dibin bigirin, li hev kirine. Li gorî agahiyên ji pêşnûmeya tê payîn îro li Brukselê pêşkêşî dengdayînê bê kirin, wê ji Yewnanîstana ku drama penaberan lê dewam dike, alîkariya malî be kirin.
Bi vê pêşnûmeya ku sefîrên bilind ên 28 endamên YE li ser li hev kirine tê xwestin, koçberiya di ser rojavayê Balkanan ber bi Elmanya û Bakurê Ewropaye ve were astengkirin. Têkildarî rêjeya alîkariya malî ya ji Yewnanîtanê re bê dayîn, ti agahî nehat dayîn.
Beriya niha Macarîstan, Awûstûrya, Slovenya û Xirvatîstanê, bêyî ku bi Yekîtiya Ewropayê bişêwirin biryar dabûn sînorên xwe bigirin. Makedonyayê jî bi desteka ji hin welatên Yekîtiya Ewropayê wergirtî re sînorê xwe yê bi Yewnanîstanê re girtibû.