Wekîlên Swêdî: Nehêlin Kobanê bikeve
Wekîlên Swêdî: Nehêlin Kobanê bikeve
Wekîlên Swêdî: Nehêlin Kobanê bikeve
8 parlamenterên Swêdî di nameya ji bo Wezîrê Karên Derve Margot Wallstrom re şandin de diyar kirin dinavbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ de li Kobanê şerê nav taxan destpê kiriye û li herêmê rewş pir krîtîk bûye û xwestin Hikûmeta Swêdê bikeve nav hewldanan.
Parlamenterê Partiya Gel a Lîberal û Berdevkê Polîtikayên Derve Fredrîk Malm pêşniyarpirsek nivîskî da Parlamentoya Swêd. Malm diyar kir topbaranên hêzên koalisyon û DYA’yê têra parastina gelê Kobanê nakin û xwest Hikûmeta Swêd ji bo gelê Kurd û şervanên YPG’ê alîkariya leşkerî bike. Parlamentera Partiya Çepgir Amîneh Kakabaveh, Parlamenterê Partiya Karkerên Demokratîk a Sosyal Mattîas Jonsson, Robert Hannah, Parlamenterê Demokrat ê Xiristiyan Robert Hannah, Arhe Hamednaca,
Parlamentera Keskan ê Partiya Derdor Annîka Lîllemets, Valter Mutt û Jabar Amîn ên di name de îmza wan hene, diyar dikin çeteyên DAIŞ li Rojava bi hefteyane êrîşên wan didom in, gelek gund dagir kirin e, çeteyên destê wan de çekên giran hene ketine di taxên derdor ên Kobanê de, şerê nav taxan destpê kiriye û bi sedhezaran kes neçarmane Kobanê terk bikin.
Parlamenteran weke din jî diyar kirin Hikûmeta Swêd bi rêya Neteweyên Yekbûyî bikeve tevgerê û xwestin ku jinên ji aliyê DAIŞ ve hatine revandin bên aşkerakirin û ji bo alikariya wan pêşengiyê ji bo çêkirina delegasyonekê bike.
BILA HIKÛMETA SWÊD BERPIRSIYARIYA XWE HILDE
Palamenteran diyar kirin ji bo astengkirna qirkirinek nû, tecawîz, revandina jin û keçên ciwan û kirina koleyên sekse divê çeteyên DAIŞ û şer bê rawestandin û xwestin Hikûmeta Swêd rola xwe bilîze. Malm di meqeleya xwe ya di malpera înternetê ya Televîzyona Dewletê ya Swêd dehat weşandin de diyar kir piştî şerên li Iraq û Sûriyeyê belav bûn 1,5 milyon kes xwe spasrtin Herêma Federal a Kurdistanê, bi sedan kes jî xwe spasrtin kantonên li Rojava. Malm diyar kir çeteyên DAIŞ di meha dawî de êrîşên xwe yên dijî Kurdan zêde kir.
JI BO NEKETINA KOBANÊ DIVÊ CIHAN TAQEZ MÛDAXELE BIKE
Malm diyar kir pêş du mehan êrîşên çeteyên DAIŞ ên êrîşê Başûrê Kurdistanê kirin piştî bi topbaranên DYA nehatin şikandin, DAIŞ li hemberî Kobanê êrîşekî berfireh da destpê kirin û wiha got: “Li gel çekên xwe yên sivîk jî hêzên Kurd an li hemberî van êrîşan li ber xwe dan. Lê niha rewş her diçe nebaş dibe û dinava 24 saetên dawî de ‘Dewleta Îslam’ bi îxtîmalekî mezin êrîşa xwe ya li hemberî Kurdên li Kobanê da destpê kirin. Ji bo Kobanê nekeve destê DAIŞ divê dinyaya derve taqez mûdaxele bike û ev pêwîste zû bê kirin.”
Malm diyar kir bi ketina Kobanê ya destê çeteyên DAIŞ de wê ji bo çeteyan derfetên pir mezin biafirîne û wiha got: “Encamên nedayina alîkariyekî wiha ya navneteweyî em hemû dibin in.”
LI GEL MERCÊN ZEHMET JÎ ŞERVANÊN YPG’Ê PIR JÊHATÎN E
Malm diyar kir Kurdan demek dirêj li hemberî êrîşên bi çekên giran bi çekên sivik wê nekaribin li ber xwe bidin, çekên sivik li herêmên çiyayî ji bo şerê gerîla destdayîne lê di deştan de ji bo parastina xaka xwe têra nakin û got ku hêzên YPG’ê li gel mercên zehmet jî şervanên YPG’ê pir jêhatî ne.
Malm diyar kir cihana derve weke li Başûrê Kurdistanê ji bo pêşmergeyan divê alîkariya leşkeri bide û wiha got: “Kurdên li Iraq û Sûriyeyê îro aliyên wan ên hevbeş hene. Ew li hemberî terorîstên di dinyayê de herî tehlike ku bi miloyana sivîl qetil kirine û xwe bi çekên sivik û giran pêçane xwe di parêz in.”
Malm got: “Trajediya li Kobanê ne tenê ji bo Kurdan êşe. Ev ji bo hemû civaka dinyayê probleme” û diyar kir hemû ewlehiyên leşkerî yên heya roja niha hatine girtin ji bo rawestandina DAIŞ têra nake.
Malm diyar kir ji ber vê yekê li ser daxwaza bersivdana Wezîrê Karên Derve Margot Wallstrom pêşniyarpirs dane û got: “Divê taqez Swêd bikeve nav tevgerê.”