Wekîl di çalakiyê de ne, rehîne di rojeva Desteya Wezîran de ne!
Wekîl di çalakiyê de ne, rehîne di rojeva Desteya Wezîran de ne!
Wekîl di çalakiyê de ne, rehîne di rojeva Desteya Wezîran de ne!
Wekîlên HDP’ê yên li gel 261 Kobaniyên ji Kobanê di ser Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re li ser daxwaza rayedaran derbasî Pirsûsê bûn û 8 roj in dîl tên ragirtin, bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin çêkirin. Hat ragihandin wê rewşa rehîneyan bibin rojeva Desteya Wezîran.
Wekîlên HDP’ê ji bo berdana 261 rehîneyên ji Kobanê di 6’ê Cotmehê de derbasî Pirsûsê bûne hîna nehatine serbest berdan. Tevî gotina rayedaran a “em ê berdin” jî lê 8 roj in ku neberdane rehînên nerazîbûn nîşan kirin piştî şikandina derî û caman li Salona Sporê ya Girtî ya Pirsûsê tên ragirtin dest bi çalakiyê kirin. Di heman demê de parlamenterên HDP’ê yên Riha Îbrahîm Ayhan û Îbrahîm Bînîcî, Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk li gel rehîneyan li salona sporê çalakiya rûniştinê de ne, diyar kirin “heya hemû rehine bên berdan” wê çalakiya xwe dewam bikin.
Li gel vê wekîlên HDP’yî yên di çalakiyê de bi rayedarên hikûmetê re bi telefonê axivîn. Îbrahîm Ayhan ê têkildarî vê hevdîtinê agahî dan got ku rayedarên hikûmetê ji wan re gotine wê îro rewşa rehîneyan bibin Desteya Wezîran û çareseriyekê jêre peyda bikin. Ayhan diyar kir divê rayedarên hikûmetê yên bi dehan car heman soz dane divê kêliyek zû sozên xwe pêk bînin û hemû rehîneyan serbest berdin.