Wê li Nisêbînê ji bo 'Rojava' şahiyek bê lidarxistin
Wê li Nisêbînê ji bo 'Rojava' şahiyek bê lidarxistin
Wê li Nisêbînê ji bo 'Rojava' şahiyek bê lidarxistin
Rêxistina BDP’ê ya Nisêbînê, ji bo silavkirina salvegera "Şoreşa Rojava" wê sibê şahiyekê li dar bixe.
Rêxistina BDP’ê ya Nisêbînê, bi armanca silavkirina “Şoreşa Rojava” ya salek li pey hişt sibê li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtannî wê şahiyekê li dar bixe û bi wê mebestê ji bo bangawaziya ji şahiyê re civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevserokê rêxistina BDP’ê ya Nisêbînê Abdulbarî Eren, destnîşan kir ku 19’ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî û pîroz e û got, "Di sala 2012’an de gelê Kurd ji bo gelê herêmê dest bi şoreşê kir. Ji bo Kurdistan û gelên cîhanê bi rastî modeleke mînak e. Wek gelê Bakurê Kurdistan di 21’ê Tîrmehê de em ê Şoreşa Rojavayê Kurdistan silav bikin.”
Eren da xuyakirin ku wê sibê saet 20.30'an de li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtannî berxwedana Rojava silav bikin û Parlamentera Amedê ya BDP’ê Emîne Ayna jî wê beşdarî şahiyê bibe. Eren banga tevlîbûna şahiyê li gel kir.