Wê Gola Çeto di bin avê de bimîne
Wê Gola Çeto di bin avê de bimîne
Wê Gola Çeto di bin avê de bimîne
Parka ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ya ji bo parastina Şkefta Gola Çeto ya ji bo Elewiyan pîroz e, hatibû çêkirin, ji aliyê Dadgeha Asliye ya Dêrsimê ve biryara xerakirina wê hat dayîn.
Şaredariya Dêrsimê, ji bo Şkefta Gola Çeto ya ji aliyê Elewiyan ve pîroz tê dîtin were parastin û li derdora cihên ku ji bo şkeft di bin Bendava Uzun Çayir de nemîne bend çêkiribû, piştî veguherand parkê ji aliyê Muduriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê ve li hemberî şaredariyê doz hatibû vekirin. Di encama doza ku ev 2 sal in li Dadgeha Huqûqê ya Asliyeya Dêrsimê berdewam dikir de, biryar hat dayîn ku park û bendên li Gola Çeto hatine çêkirin werin rakirin. Bi vê biryarê re wê Şkefta Gola Çeto ya ji aliyê Elewiyan ve pîroz tê dîtin, her roj bi hezaran mirov ziyaret dikin û parka hatiye çêkirin di bin ava Bendava Uzun Çayir de bimîne.