Wê dewlet bi îlana rojnameyê li endamê kontrgerîla Yeşîl bigere
Wê dewlet bi îlana rojnameyê li endamê kontrgerîla Yeşîl bigere
Wê dewlet bi îlana rojnameyê li endamê kontrgerîla Yeşîl bigere
Li Amedê di doza JÎTEM’ê ya di nav wan de subay û îtîrafkar jî hene dadgehê biryar girt ku ji bo endamê kontrgerîla Yeşîl (Mahmut Yildirim) were dîtin îlanê bide rojnameyê.
Doza JÎTEM’ê ya bi 16 bersûcan ku di nav wan de Yeşîl jî heye bi îddîaya ku wan kesan di demên cuda de li Amed, Mêrdîn, Batman û Şirnexê çalakiyên qetilkirina mirovan, bombekirin û hwd. kirine têne darizandin bedewam kir. Di doza ku li Dadgeha 6’emîn a Cezayê Giran a Amedê pêk hat de yek ji bersûcên ku bi awayekî negirtî têne darizandin tevlî nebûn.
Di rûniştina doza de parêzerê mexdûran Bariş Yavuz got ku dive îtîrafkar Abdulkadîr Aygan ê li Swêd dijî ji bo îadeyî Tirkiyeyê bê kirin hewldan werin pêşxistin, biryara girtina Mahmut Yildirim ê bi nasnav “Yeşil” bê dayîn û dosyaya têkildarî qetilkirina Musa Anter bi dosyaya vê doze re bibe yek.
Dadgehê li gorî xala 247’emîn a Qanûna Dadgehên Cezayê wê di rojnameyê de îlana ku li Yeşîl digerin were weşandin. Her wiha ev îlan wê bi deriyê xaniyê ku tê zanîn ê Yeşîl e were daliqandin. Tevî îlana rojnameyê jî di nav 15 rojan de eger Yeşîl neyê dadgehê wê rapor bê girtin û biryara ku Yeşîl qeçax e bê dayîn.
Di dawiya darizandinê de heyeta dadgehê, der bare bersûc Mahmut Yildirim, îtîrafkar Hecî Hesen (Îbrahîm Babat), Mehmet Zahît Karadenîz û îtîrafkar Muhsîn Gul biryara girtinê da û her wiha der bare bersûc Abdulkadîr Aygan de jî berdewamkirina biryara girtinê da û doz taloqî demeke pêş kir.