Wargeha Şehîd Rûstem ‘Şoreşa Rojava’ silav kir

Wargeha Şehîd Rûstem ‘Şoreşa Rojava’ silav kir

Yekemîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) bi şahiyeke bi heybet hat silavkirin. Şaredarê Wargehê Ehmed Ozer di axaftina xwe ya şahiyê de got, “Şoreşa Rojava li ser esasê têkoşîna Rêber Apo ava bû û rûmeta tevahiya gelê Kurd e.”

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem bi wesîleya Yekemîn Salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li Qada TEV-ÇAND a Wargehê demjimêr 20.00’an bi tevlîbûna bi sedan gelê wargehê şahiyeke bi heybet hat lidarxistin. Şahî bi organîzasyona Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê û TEV-ÇAND a Wargehê pêk hat.

Di ketina Qada TEV-ÇAND’ê de ku aleke mezin a TEV-DEM’ê hatibû daliqandin, bi dîwarê dikê ve posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên cangoriyên Kurdistan ên ji Rojavayê Kurdistan û alên PKK û KCK’ê hatibûn daliqandin. Her wiha pankartên “Em yekemîn salvegera Şoreşa Rojava silav dikin”, “Bijî Şoreşa YPG” jî li qadê cihê xwe girtibûn. Di şahiyê de tim û tim dirûşmayên “Bijî YPG”, “Bijî Berxwedana  YPG” hatin qîrkirin.   

GELÊ ROJAVA JI BO TEVAYÎ KURDISTAN BERDÊL DA

Şahî bi deqeyeke rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan ku destpê kir, li ser  wate û girîngiya rojê Şaredarê Wargehê Ehmed Ozer axivî. Ozer ku bi silavkirina salvegera Şoreşa Rojava dest bi axaftina xwe kir, destnîşan kir ku bi saya şehîdên Kurdistanê, îro ber bi azadiya gelê Kurd ve diçin û gotinên xwe wiha domand: “Gelê Rojavayê Kurdistan, ji bo tevayî têkoşînên li parçeyên din ên Kurdistan berdêl da. Şoreşa Rojavayê Kurdistan li ser esasê têkoşîna Rêber Apo ya bi keda salan ava bû. Şoreşa Rojava Rûmeta tevayî gelê Kurd e.”

Şaredar Ozer  bal kişand ser berxwedana gelê Kurd û got, “Divê bi her awayî em xwedî li Şoreşa Rojavayê Kurdistan derkevin. Bi her awayî em piştgiriya gelê xwe yê Rojava bikin da ku em pêkve azad bibin.” 

Piştî axaftina Ozer, Koma Şehîd Berçem a Wargehê stranên xwe ku pêşkêşkirin girse coşand, paşê Koma Dayikên Dengbêj û hunermendên girêdayî TEV-ÇAND’ê derketin ser dikê. 

Şahî ku heta derengiya şevê berdewam kir,  dirûşmayên “Bijî YPG”, “Bijî Serok Apo” û fîşekên hewayî ku asîmanê wargehê rengareng kir şahî bi dawî bû.