Wargeha Şehîd Rûstem 1’mîn salvegera Şoreşa Rojava silav kir

Wargeha Şehîd Rûstem 1’mîn salvegera Şoreşa Rojava silav kir

Li wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) di kesayeta kesên di tekoşîna azadiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe jidest dane hemû cangoriyên Kurdistanê hatin bi bîranîn û yekem salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê hate pîroz kirin.

Bi boneya yekem salvegera şoreş û serkeftina gelê Kurd ya li Rojavayê Kurdistanê û bi bîranîna şervanên YPJ û YPG’ê ên di pevçûnên dawî  li Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane,bi merasimekê  li wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî bi beşdariya bisedan şêniyên wargehê îro di demjimêr 8:00’an li saziya malbatên şehîdan  hate lidarxistin. Di merasimê de endamê koordînasyona Meclîsa Gel Cîhan Eren, li ser girîngiya cangorî û şoreşa Rojava axaftin kirin. Eren di axaftinên xwe de wiha got: “Roja 19’ê Tîrmehê wê bibe rojek pir girîng di dîroka gelê Kurd de, bê guman ev serkeftina ku niha li Rojavayê Kurdistanê hatiye bi destxistin encama ked û xebatek dem dirêje ku ji destpêka salên 1980’an bi derbaz bûna Rêbertî û yekem komên gerîllayên Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve, bûye bingehek ji bo durist kirina şoreşê li Rojavayê Kurdistanê.”

Herwiha Eren di berdewama axaftina xwe de bal kişande ser rol û girîngiya kesên di şoreşên gelan de bi taybeti jî di şoreşa Gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Her çiqasî şehadet tiştek giran be jî lê dîsa pêwîste neyê jibîr kirin eger îro me di dîroka mirovahî de cihê xwe girtiye, eger îro cîhan me Kurdan weke gelek di hesibîne û Rêber  Apo di nava wan şert û mercên herî giran de wekî mirovê herî bi bandor tê qebûl kirin bi saya şehîdên Kurdistanê ye. Li gorî vê pêwîste em li ser doza şehîdên xwe berdewam bikin. Wekî Rêber Apo dibêje ‘her şehîdek felsefeyek ya jiyanê ye’ pêwîste em li gora vê herdem bîranîna şehîd jibîr nekin û li ser doza wan em bi meşin.”

Piştî axaftin xilasbûn merasim bi duruşmên “ Şehîd namirin” , “ Bijî Serok Apo” bi dawî bûn.