Wanî li dijî narkotîk û fûhûşê meşiyan
Wanî li dijî narkotîk û fûhûşê meşiyan
Wanî li dijî narkotîk û fûhûşê meşiyan
Bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Wanê, li dijî fûhûş û narkotîkê meşeke girseyî hat lidarxistin.
Bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Wanê, li dijî fûhûş û narkotîkê meşeke girseyî hat lidarxistin. Meş bi piştgiriya rêxistinên civakî yên sivîl pêk hat û li gel Hevserokên BDP'ê yên Wanê Fîgen Yaşar û Mûsa Îtah, gelek kes beşdar bûn. Meşa ku wê li ber Garaja Şaredariya Wanê destpê bikira, li hewldana astengkirinê ya polîsan rast hat. Piştî nîqaşek kurt, bi sedan kes ber bi Parqa Feqiyê Teyran ve meşiyan.
Di meşê de kolan li trafîkê hat girtin û pankarta bi nivîsa "Destdirêjkirina jinê destdirêjkirina nasnameyê ye" hat vekirin û dowîzên bi nivîsa "Jin Jiyan Azadî", "Ji qirkirina jinê re na" hatin hildan.
Meş li Parqa Feqiyê Teyran bi dawî bû û Hevseroka BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar li vir daxuyaniyek kurt da. Yaşar da xuyakirin ku dewletê di nava şerê 30 salan de ji bo rizandin û biavtina civakê serî li her rê û rêbazan daye û got, "sîstem bi têgihiştina rizandina civakê bi rizandina jinê dibe ketiye nava hewldanan. Îstîsmara zayendî ya li navenden asîmîlasyonê, destavêtina li zarokan li girtîgehan, fûhûş û narkotîk çend ji hewldanên dewletê yên ji bo rizandina civakê ye. Pergala heyî ya faşîst êrişî nirxên civakê dike."
Yaşar da xuyakirin ku weke jinên Kurd ewê rê nedin polîtîkayên tinekirin û rizandinê û destnîşan kir ku helwesta wan a berxwedana li dijî mejiyê faşîst, wê her dewam bike.
Piştî daxuyaniyê, çalakî bi dawî bû.