‘Wan zarokên wêrek min rizgar kirin’

‘Wan zarokên wêrek min rizgar kirin’

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxê de êrîşî Şengalê kirin, gelek mirov ji aliyê çeteyan ve dîl hatin girtin. Bi sedan mirov hînê di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîlgirtî ne. Yek ji van dîlgirtiyan Hecî Reşo yê ji gundê Sinûnê bû, ku piştî bi dehan rojan ji destê çeteyan reviya. Reşo behsa dîlgirtina xwe kir û got, "Dema çeteyan êrîşî gundê me kirin, min nekarî birevim. Gelek extiyarên li gundê me nekarÎ bimeşin. Ji ber vê yekê em dîl hatin girtin."

Reşo rojên ku ew di destê çeteyan de bû bi van gotinan anî ziman: "Tiştekî em bixwin nedidan me. Li ber çavê wan, bi qasî pisîkekê jî qîmeta me tinebû. Nanê hişk, nanê kufikî didan pisîkan, lê ew jî nedidan me. Ew nanê ku didan pisîkan me bi avê dişuşt û dixwar. Ne av û ne jî nanê me hebû. Ava kelandî didan me û di nav de her tim mêş hebû. Me jî ew mêj ji nav avê derdixist û vedixwar."

EM HESRETÊ RONAHIYA ROJÊ BÛN

Reşo da zanîn ku dema ew di destê çeteyan de dîlgirtî bûn, hesretê ronahiya rojê bûn û got, "Di qatê jêrzemînê de li cihekî tarî em radigirtin, em nikarîbûn derkevin derve."

Reşo diyar kir ku çeteyan îşkence li wan kirine û got, "Her tiştên me ji me stendin. Gustîlkeke min hebû, ew jî ji tiliya min derxistin. Hin mirovan nexwestin eşyayên xwe yên bi qîmet bidin, îşkence li wan kirin û ji wan stendin."

YA HÛN Ê BIBIN MISILMAN YAN JÎ EM Ê WE BIKUJIN

Reşo der barê reva ji destê çeteyên DAIŞ'ê de got, "Ji me re digotin ya hûn ê bibin Misilman yan jî em ê we bikujin. Ji bo rojekê dem dan me. Dema bi vî rengî ji me re gotin, em gelekî tirsiyan. Ez jî wê şevê reviyam." Reşo xwe il çiyayê Şengalê girt û got, "Bi zorê dimeşiyam, piştî meşa çend rojan min xwe gihand çiyayê Şengalê. Li wir jî min xwe gihand hêzên YPG'ê. Wan min anîn Rojava."

Reşo di dewama axaftina xwe de got, "Hêzên YPG'ê ji her alî ve alîkarî dan me. Ji min re gotin ev der mala te ye, tu çiqasî bixwaze tuyê bimîne. Xwarin û vexwarinê em ê bidin te. Lê min xwest ez bêm cem malbata xwe. Heqê wesayîtê dan min. Min şandin vir, şandin cem malbata min."

Reşo di dawiya axaftina xwe de got, "Eger hêzên YPG'ê nebûya, ez ê li wî çiyayî bimirama. Ji DAIŞ'ê rizgar bûm, lê yên ku min rizgar kirin ew zarokên wêrek bûn."