Walîtiya Rihayê li ser canê mirovan bazirganiyê dike!

Walîtiya Rihayê li ser canê mirovan bazirganiyê dike!

Hate zanîn ku Walîtiya Rihayê derbaskirina birîndaran ji aliyê din ê sînor kiriye mijara bazarê. Hate ragihandin ku walîtiyê gotiye: “Ger gel qadan vala bike, em ê birîndaran derbas bikin.”

Kobaniyên ku di êrîşên DAIŞ’ê de birîndar dibin û dixwazin di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbas bikin, bûye mijara bazarê ya hukûmeta AKP’ê.

Rayedarên Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) ji bo derbaskirina birîndaran, bi Walîtiya Rihayê re hevdîtinek pêk anî. Rayedarên SES’ê diyar kir ku Walîtiyan ji wan re gotine “Bang li gel bikin, bila qadan vala bikin, wê demê hûn dikarin birîndaran jî derbas bikin.”

SES’ê da zanîn ku bi taybet ji duh ve birîndar li ser sînor tên rawestandin û got: “Hin birîndarên ku dixwestin derbas bikin, ji ber ku dereng man, di rê de jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên walitiyê ji me re dibêjin ji bo birîndar derbas bibin, bila gel qada vala bike û dest ji çalakiyan berde. Divê walîtî dest ji vê helwesat xwe berde û canê mirovan neke mijara bazara siyasî.”