Volkswagen wê tazmînatê bide bi tenê mexdûrên DYA'yî

Berdevkê firoşkariyê yê Volkswagenê Enrîco Beltz da xuyakirin, ku ew ê tazmînatê bidin bi tenê beşeke ji xwediyên wesayîtên bûne mexdûrê skandala wesayîtên wan ên bi motora dîzel.

Berdevkê firoşkariyê yê Volkswagenê Enrîco Beltz da xuyakirin, ku ew ê tazmînatê bidin bi tenê beşeke ji xwediyên wesayîtên bûne mexdûrê skandala wesayîtên wan ên bi motora dîzel.

Li gorî vê biryarê, wê Ewropiyên wesayît ji Volkswagenê kirîne, nikaribin ji mafê tazmînatê sûdê werbigirin. Bi tenê wê tazmînat ji mexdûrên DYA re bê dayîn.

Beltz bibîr xist ku ew ê ji 480 hezar mirovên li DYA yên xwedî wesayîtên wan ên bi motora dîzelê re hezar dolarî tazmînatê bidin û eger di nava 3 salan de pirsgirêkek teknîkî derkeve ew ê alîkariya teknîkî bidin wan. Berdevkê Volkswagenê ji bo sedema vê yekê jî got ku xwediyên wesayîtên bi motora dîzelê yên DYA'yî, di dema kirîna van wesayîtan û bikaranîna sotemeniya dîzelê de bêhtir pere didin.

Li Elmanyayê ku navenda Volkswagenê ye, bi qasî ji sedî 50 wesayîtên li bazarê dîzel in. Li DYA beşeke kêm a mirovan wesayîtên bi vî rengî bi kar tînin.

Pêwîste Volkswagen, ji ber skandala di meha Îlonê de derket holê, ji meha Çileyê û pê ve 8,5 mîlyon wesayîtên xwe yên li Ewropayê vekişîne.