Veguhestina leşkerî ya ber bi sînor ve berdewame
Veguhestina leşkerî ya ber bi sînor ve berdewame
Veguhestina leşkerî ya ber bi sînor ve berdewame
Tevgera Leşkerî ev hefteyeke li navçeyên Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê berdewam dike.
Tevgera leşkerî ya li Şemzînan û Geverê ku ev hefteyek zêdetir e heye bênavber berdewam dike. Gelek tank ji Geverê şandin Tabûra Komando ya 3’yemîn a Şemzînanê. Duh bi şev tankên ku li 3’yemîn Tabûra Komando ya Teknîk a Şemzînanê kom bûn, ber bi herêma Gare ya li ber sînorê Îranê, Navberojan a li ber sînorê Başûrê Kurdistan, qereqola Girê Qetinê, Îsya, Girane, her wiha qereqola nû ya li ser girê 1050, girê Egul ê ji bo ewlekariya Bendava Bedevê yekîneyeke leşkerî lê bi cih bûye hatin şandin. Dîsa hat zanîn ku tankên ji wan re “Firtone” tên gotin ji Tabûra Bezelê û Girê Bayrak berê luleyên xwe dane Herêma Başûrê Kurdistanê.
'TEVGERA HERON Û HELÎKOPTERAN DI ASTA JOR DE YE'
Ligel vê di rojên dawî de li Gever, Oramar û li ser sînorê Başûrê KUrdistanê ber bi danê êvarî ve tevgera heronan hebû. Hat destnîşankirin ku ji danê sibê heta êvarî heronan li ser cihên ku gel dijî geriyaye û ji ber dengê wê hemwelatî aciz bûne. Dîsa ev 2 roj in li Geverê tevgera helîkopretan a ji bo qereqol û leşkerên li ser sînor re veguhestina leşkerî dike heye. Li herêmê tevgera heron û helîkopteran berdewame.