UNAIDS: Mirinên ji ber AIDS'ê kêm dibin

Di têkoşîna li dijî AIDS'ê de ku weke 'weba serdema me' tê zanîn de, tê gotin ku serketinên girîng bi dest ketine.

Di têkoşîna li dijî AIDS'ê de ku weke 'weba serdema me' tê zanîn de, tê gotin ku serketinên girîng bi dest ketine. Mirinên ji ber AIDS'ê ku tê xwestin heta sala 2030 bi temamî ji holê bê rakirin, kêm bûne. Her wiha leza pêketinê ya vîrûsa HIV a rê li ber nexweşiyê vedike, qels dibe.

Bernameya Têkoşîna li dijî AIDS'ê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAIDS) ku navenda xwe li Cenevreyê ye, raporek li ser mijarê weşand. Li gorî raporê, heta sala 2014'an li gelemperiya cîhanê 36,9 mîlyon mirov bi vîrûsa HIV dijiyan. Ev yek jî li gorî sala 2013'an dihat wateya zêdebûna 700 hezar kesan.

Di sala 2014'an de hejmara mirovên ji ber AIDS'ê jiyana xwe ji dest dan 1,2 mîlyon bû. Salek beriya wê 1.3 mîlyon mirovan jiyana xwe ji dest dabûn. Di raporê de hat ragihandin ku rêjeya mirinên ji ber AIDS'ê di 10 salên dawî de ji sedî 42 kêm bûye.

HEJMARA ZAROKÊN BI VÎRÛSÊ KETINE KÊM BÛ

Li gorî raporê, di sala 2014'an de mîna salek beriya wê, 1,8 mîlyon mirovên di temenê navîn de bi vîrûsa HIV'ê ketin. Ev hejmar di nava zarokan de 220 hezar e. Di sala 2014'an de hejmara zarokên bi vîrûsa HIV'ê ketin, 250 hezar bû.

AFRÎKA BI 26 MÎLYON NEXWEŞXAN RE HÎNÊ BI RÎSKÊ RE RÛ BI RÛ YE

UNAIDS'ê ragihand ku AIDS hînê bi giranî li parzemîna Afrîkayê bi bandor e. Li Afrîkayê bi giştî 25,8 mîlyon mirov bi AIDS'ê dijîn. Ji van 1,4 mîlyon par bi vîrûsê ketin.

Hejmara mirovên bi vîrûsa HIV'ê ya rê li ber AIDS'ê vedike ketine li welatên Rojhilatê Ewropayê, Asya Navîn, Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê zêde dibe. Nexweşên nû yên HIV'ê li Rojhilatê Ewropayê ji sedî 30, li Asya Navîn jî ji sedî 26 zêde bûn.

Li Asyayê ji sedî 31, li Latîna Amerîkayê jî ji sedî 17 ê nexweşên nû yên ji ber vîrûsê kêm bûn. Li Asyayê bi giştî 5 mîlyon, li Latîn Amerîkayê 1,7 mîlyon nexweşên AIDS'ê hene.

BI BELAVBÛNA TEDBÎRAN RE RÊJEYA MIRINÊ KÊM DIBE

Dîrektorê UNAIDS'ê Mîchel Sîdîbe rapor aşkera kir û anî ziman ku armanca wan a tinekirina nexweşiyê heta sala 2030'î, 'hînê pêkan e'. Sîdîbe diyar kir ku belavbûna tedbîran li Afrîka û hemû parzemînan, bandor li kêmbûna leza zêdebûna nexweşiyê vekir.