TUYAD-DER a Wanê: Em piştgiriyê didin greva birçîbûnê
TUYAD-DER a Wanê: Em piştgiriyê didin greva birçîbûnê
TUYAD-DER a Wanê: Em piştgiriyê didin greva birçîbûnê
Serokê TUYAD-DER ya Wanê Ahmet Aygun diyar kir ku 4 hezar girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca ku hikûmet dest ji polîtîkaya şaş a di berxwedana Kobanê de dişopîne, dest bi gireva birçîbûnê ya 10 rojan a bidem û dorveger kirine.
Serokê TUYAD-DER’ê ya Wanê Ahmet Aygun der barê gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ya li 94 girtiyên Tirkiyeyê destpê kirine li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyek da û li gel Aygun Serokê DBP’a Wanê Musa Îtah û nûnerên saziyên civaka sivîl tevlî bûn.
Serokê TUYAD-DER’ê Ahmet Aygun daxuyanî xwend û diyar kir ku piştî ku DAIŞ’ê li derdora Cezaa û Tîl Hamusê darbeyên giran xwar şûnde bi teşwîqa hêzên mêtinger plana xistina Kobanê hat kirin, lê hesabê li malê ne li gorî çarşiyê bû. Aygun wiha pêde çû: “Ev hesab di 6-7’ê Cotmehê de ji hêzên Demokratîk yên Tirkiyeyê, ji Qesra Spî û Hewlêrê vegeriyaye.Kobanê li ber xwe daye û li ber xwe dide.Şikandina êrîşa li ser Kobanê û bi serketina berxwedanê wê li Rojhilata Navîn demek nû bide destpêkirin. Ji bo avabûna Sûriyeyek demokratîk şoreşa Rojava roleke bi bandor dilîze.
Kobanê rûyê ronî yên gelên Rojhilata Navîn û gelê mazlum e. Ji bo kesên ku dibêjin; pêvajoya çareseriyê cuda, ya Kobanê cudaye’ bersiv ev e: Kobanê Amed e.. Hewlêr e... Mahabad e.
Aygun diyar kir ji 15’ê Cotmehê heta niha li 94 girtîgehan 4 hezar girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca ku polîtîkaya hikûmetê ya li hemberî Kobanê protesto bikin dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan a dorveger kirin. Girtiyan diyar kirin ku di rewşa ku hikûmet dest bi van polîtîkayan bernede, wê greva xwe bidomînin. Em malbatên girtiyan, bi armanca piştgiriyê bidin vê berxwedana zîndanê, em vê berxwedana wan ya bi rûmet silav dikin. Hikûmet divê manîfestoya çareseriyê ya demokratîk a Birêz Ocalan baş bixwîne û pêvajoyê jî li gorî vê muzakere bike. Bi qanûnên dij demokratîk ev pêvajo nikare bê meşandin.”