Turk: Kurd dikarin sedsala 21’an vegerînin azadiyê
Turk: Kurd dikarin sedsala 21’an vegerînin azadiyê
Turk: Kurd dikarin sedsala 21’an vegerînin azadiyê
Di civîna amadekariyê ya 'Kongreya Netewî ya Kurdan' ku li bajarê Selahadînê pêk hat, hevserokê KCD'ê Ehmed Turk jî beşdarbû. Turk diyar kir ku, bi pêşketina yekitiya kurdan dê yekitiya gelan ya demokratîk jî pêş bikeve. Turk destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtina xweya herî dawî de perspektîfên girîng ji bo yekitiya netewî ya Kurd û dê gelê Kurd çawa bi gelên din re têkilî deyne da.
Di 22'yê Tîrmehê de 39 saziyên civakî û partiyên siyasî ji bo amadekariyên 'Kongreya Netewî ya Kurd' li bajarê Selahaddînê li herêma Ferderal ya Kurdistanê di civînê de hatin gel hev. Civîn ji bo anîna gel hev ya hemû derdorên siyasî û di heman demê de ji bo gelê Kurd û gelên herêmê jî xwediyê dîrokek girîng bû. Ji ber vê yekê dengê vê civînê li herêm, cîhan û gelan ve ji nêz ve hat şopandin.
Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk ku beşdarî civîna li Selahaddînê ya li Başûrê Kurdistanê bi bû bi ji ajansa nûçeyan ya dîcle DÎHA’yê re axivî û bi lêv kir ku, birêz Ocalan wiha dibêje: "Divê ku konferana Netewî li ser stratejiyekî hevpar pêk bê û di heman demê de li ser daxwazên kurdan siyasetek hevpar divê ku were meşandin ji ber ku ev konferans ji bo gelê Kurd pir girînge." Turk da zanîn ku, ev du sale em jî ji bo pêk anîna vê yekê li gel birêz Barzanî û birêz Telabanî hevdîtin pêk anîn û me got divê ku teqez ev konferans pêk bê ji ber ku ev konferans bo gelê Kurd pir girînge û ev tişt anî ziman: "Niha li ser van daxwazan biryar hat girtin ku, li Hewlêrê konferans pêk bê. Elbet şert û merc heya roja îro anî. Dema ku mirov lê dinêre di qonaxek evqas girîng de destpêkirina amadekariyên konferansê û anîna kurdan a gel hev pir girînge. Hemû partiyên siyasî yên kurdan beşdarî civînê bûn diyar kirin ku Konferansa Netewî girînge û hat diyar kirin ku gelê Kurd dikare seda sala 21'an veguherîne azadiyê. Ger ku birastî em dixwazin di Rojhilat Navîn demokratîk bibe û gelê Kurd azad bibe divê ku destpêkê ji bo têkoşîna gelê Kurd stratejiyekî hevpar hebe. Ez dixwazim bi keyfxweşî bêjim ku niha ev yek heye."
TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK
Ehmed Turk bal kişan ser Rojhilata Navîn û wiha pêde çû: "Dema ku mirov niha li Rojhilata Navîn dinêre dibîne ku şoreşekî li ser daxwazên demokrasiyê heye. Lê ev heya niha baş ne hatiye keşifkirin. Niha rabûna li Misrê li ser daxwazên demokrasiyê ye. Piştî viya çibû, birayên Misilman hatin. Ji ber wê demokrasî tuneye. Li hemberî birayên Musilman leşkeran darbe kirin ji bo wê demokrasî tuneye. Di encamê de wê ev têkoşîn heya welatên demokratîk jî biçe. Niha li Sûriyeyê Esad bikeve jî pergala ku Ihvan-i Muslim, El- Kaîde, El- Nursa danî ye jî nikare xwe li ser piyan bigire. Ji ber ku di hundirê wê de demokrasî tuneye. Ez di wê baweriyê de me ku ji ber ku têkoşîna gelê Kurd li ser bingeha demokratîkbûyinê ye dê Rojhilat Navîn biguherîne.
‘DIVÊ KURDÊN ROJAVA XWEDÎ LI GELÊN DIN DERBIKEVIN’
Turk herî dawî bal kişand ser hevdîtina dawî ya BDP'ê û Rêberê Gêlê Kurd Abdulah Ocalan û wiha axivî: "Hevdîtina dawî di çapemeniyê de derneket, ez dikarim bi rihetî vê bêjim; birêz Abdullah Ocalan pêşniyar kir ku kurdên Rojavayê Kurdistanê lazime ku li ermenî, suryanî heta li erebên dinava wan dene xwedî derkevin û bi wan re diyalogê pêş bêxin. Me jî hertim wisan li meseleyê nêriye. Me hertim gelê ku li Kurdistanê dijîn hertim wek xwe lê mêze kiriye. Em hertim wek çawa ku mafê gelê kurd yê hiqûq heye ji bo gelên din jî em wisan nêzbûn. Wek tê zanin di konferansên ku me li bakurê Kurdistanê pêk anîn, me ermenî , suryanî û ereb jî vexwendine. Ji ber ku mafê wan jî heye ku li ser vê xaka pîroz jiyan bikin. Em mecbûrin ku mafên wan jî li berçavan bigirin. Divê ku em pêşeroja gelan bixwin dibin ewlekariyê de. Dema ku em têkoşînê didin divê ku em piştgiriyê bidin kesên ku azadiyê dixwazin jî. Me konferansên xwe li ser van rêgezan pêk anîn."