Tuncel: Ev êrîş hewildanên sabotekirina pêvajoyê ne
Tuncel: Ev êrîş hewildanên sabotekirina pêvajoyê ne
Tuncel: Ev êrîş hewildanên sabotekirina pêvajoyê ne
Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel di derbarê êrîşên li dijî xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê daxuyanî da û diyar kir ku, di vê pevajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin dixwazin hizbullahê ji nû ve li zanîngehan zindî bikin. Tuncel êrîşa li hemberî Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî pêk hat şermezar kir û diyar kir ku, ew dê di derbarê êrîşa polîsan de serlêdana sûc bikin.
Hevparên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) ên Amedê tekildarî êrîşên li dijî xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê (DU) û êrîşa polîsan a li hemberî Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk li avahiya BDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civîna çapemeniyê de Parlamenterên BDP'ê Ayla Akat, Emîne Ayna, Pervîn Buldan, Sebahat Tuncel û gelek jinên din amade bûn. Li ser navê jinan Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, êrîşên li hemberî xwendekaran şermezar kir û diyar kir ku, dixwazin dîsa li zanîngehan li hemberî xwendekarên Kurd hizbullahê zindî bikin.
Tuncel êrîşa li hemberî Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk û pêk hat jî şermezar kir û dazanîn ku, ew dê di derbarê polîsên êrîşkar de dozê vekin. Tuncel da zanîn ku, berê jî li dijî hevalên wan ên jin û parlamenterên BDP'ê yên jin êrîşên bi vî rengî pêk hatin û ev êrîş li dijî nasnameya jinê pêk hatiye. Tuncel destnîşan kir ku, di vê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya nû daye destpêkirin ev geşedanên li zanîngehan ne ji rêzê û ji xwe berin.
Tuncel destnîşan kir ku, ev êrîş hewildanên sabotekirina pêvajoyêne û hin kes dixwazin rê li pêş şerê kurd û tirk vekin li zanîngehan aloziyan derdixin. Tuncel anî ziman ku, ew wekî KCD û DOKH'ê van êrîşan şermezar dikin bêdengiya Wezîrê Karên Navxweyî li hemberî vê geşedanê rexne kir. Tuncel da zanin ku, di salên 1990'an de hizbullahê li herêmê mirov dikuştin û niha dixwaze li zanînghê ji nû ve vê aloziyê zindî bikin.
Tuncel aşkera kir ku, ew wekî jin her tim li cem xwendekarên berxwedêr cih digirin û dê her tim mafê wan biparêzin. Tuncel bal kişand ser cenazeyê Murat Îzol wiha berdewam kir: "Xwestin ser bûyerê veşêrin lê cenazeyê Îzol di Çemê Dîcleyê de derket. Dîsa kuştina wekî Ozgur Arda gelek kesên din hene. Berpirsyarê van geşedanan Wezîrê Karên Navxweyî û Waliyê Amedê ye. Tugluk da zanîn ku, ew dê di derbarê polîsên ku êrîşî Tugluk kiriye dejî serlêdana sûc bikin.