Tuhad-Der: Em greva birçîbûnê ya girtiyan destek dikin

Tuhad-Der: Em greva birçîbûnê ya girtiyan destek dikin

Serokê Şaxa Tuhad-Der a Amedê Cahît Demîrkiran diyar kir di tevahiyê girtîgehên li Tirkiyeyê de 4 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û wiha got: “Em weke malbatên girtî û hikûmxwaran PKK’yiyên ji bo hikûmet dest ji polîtikayên xwe yên li ser Rojava berde û ji bo Kobanê korîdora alîkariyê veke greva birçîbûnê destpê kirine destek dikin û dixwazin diyar bikin ku daxwazên girtiyan daxwazên me ne jî.”

Endamê Şaxa Komeleya Piştgiriya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Amedê li ber Girtîgeha Tîpa D hatin gel hev ji bo piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî dane destpêkirin ragihînin daxuyaniya çapemeniyê dan.

Serokê Şaxa Tuhad-Der a Amedê Cahît Demîrkiran ku daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir li Kobanê şer û pevçûnên li Kobanê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ de ketin di roja 32. de û got ku Kobanê rûyê ronahiyê yê Rojhilata Navîn e. Demîrkiran diyar kir nêzîkatiya li hemberî Kobanê nêzîkatiya li hemberî Kurdan e û da xuyakirin ku li ser pêşketinên li herêmê rû didin, 4 hezar girtiyên PKK’yî dest bi greva birçîbûnê kirine. Demîrkiran got: “Nêzî 5 hezar girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyeyê de 15’ê Cotmehê dest bi greva birçîbûnê kirine. Em weke malbatên girtî û hikûmxwaran PKK’yiyên ji bo hikûmet dest ji polîtikayên xwe yên li ser Rojava berde û ji bo Kobanê korîdora alîkariyê veke greva birçîbûnê ya destpê kirine destek dikin û dixwazin diyar bikin ku daxwazên girtiyan daxwazên me ne jî.”