Topên El-Qaîdeyê bûn sedema qetilkirina zarokekê
Topên El-Qaîdeyê bûn sedema qetilkirina zarokekê
Topên El-Qaîdeyê bûn sedema qetilkirina zarokekê
Zaroka 11 salî Nalîn Mehmûd Teqreq di encama topa ku çekdarên El-Qaîde ji gundê Til Xelef avêtin Serêkaniyê, jiyana xwe ji dest da. Di êrîşê de 3 zarok jî birîndar bûn.
Komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam (El-Qaîde) ku piştî ji Serêkaniyê hatin derxistin, li gundê Tel Xelef bi cih bûn, îro saet di 18.00᾿an de topek hawanê avêtin Serêkaniyê. Top li nêzî Mizgefta Hecer a li ser rêya Hesekê ket û di encamê de zaroka bi navê Nalîn Mehmûd Teqreq a 11 salî jiyana xwe ji dest da. Di teqîna topa hawanê de xwîşka Teqreq Şirîn Mehmûd Teqreq (10) û Dilşa Elî ya 8 salî û zarokekî din ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn. Zarokên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Qamişlo.