Topa DAIŞ'ê avêt 2 kes birîndar kir
Topa DAIŞ'ê avêt 2 kes birîndar kir
Topa DAIŞ'ê avêt 2 kes birîndar kir
Di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi topa hawanê de, li gundê Etmanîk ê Pirsûsê 2 kes birîndar bûn. Nîv saet piştî vê êrîşê, guleyek rokêtê li heman gundî ket.
Çeteyên DAIŞ'ê yên bi tank, çekên giran û topan êrîşî Kobanê dikin, çalakgerên nobedê yên ji bo destekê bidin berxwedana Kobanê li Pirsûsê ne, hedef girtin.
Çeteyên DAIŞ'ê bi topa hawanê, çalakgerên nobedê hedef girtin. Topeke hawanê ya çeteyan saet di 13:20 deqeyan de li gundê Etmanîkê, li maleke ku çalakgerên nobedê lê diman, ket. Topa hawanê ya dîwarê aliyê rastê yê xanî qul kir û ket hundir, rê li ber birîndarbûna 2 kesan vekir.
Nîv saet heman piştî vê êrîşa bi topa hawanê, guleyeke rokêtê li heman gundî ket. Ev êrîşa îro, êrîşa sêyemîn e li hemberî gundê Etmanîkê tê kirin.





