Tirkiye li sînorê Kobanê li pey provokasyonê ye

Tirkiye li sînorê Kobanê li pey provokasyonê ye

Leşkerên Tirk ên ku ev 29 roj in çeteyên DAIŞ’ê yên sînorê Tirkiyeyê bi kar tînin û êrîşî hêzên YPG û YPJ’ê dikin û bi dehan hewanên dikevin sînorê Tirkiyeyê nabînin hêzên YPG û YPJ’ê ku li sînor êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şikandin ji bo sînor biterikînin tehdît kirin, ev tehdîda leşkerên Tirk weke provokasyon hate şîrovekirin.

Çeteyên ku ji 15’ê Îlonê ji vir de êrîşî Kobanê dikin bi dehan caran xeta sînor bi kar anîn û li dijî YPG û YPJ’ê êrîş pêk anîn. Çete ji gundê Til Şeirê ya li hemberî gundê Boydê ya Pirsûsê ye derbas bûn êrîşî pêk anîn, li heman gundê li hemberî welatiyên Rojavayî êrîş pêk anîn, hatin li hemberî gundê Dewşenê û wesayîtên welatiyên Rojava xesp kirin, top avêtin gundê Zehwan, Etmanîk û Kobanê Serxetê di encama vê de 2 jê zarok 4 welatî birîndar bûn. Dîsa hewana çeteyan li mînîbuseke gundê Dewşenê ket û endama Meclîsa Dayikên Aştiyê birîndar bûbû.

Dîsa li gundê Siwêdê ya rojavayê gundê Elîzêrê ye jî li xeta sînor a 30 kîlometreyan bi dehan topên hawanê ya çeteyan ket.

Leşkerên Tirk ên li hemberî van êrîşan quralên angajmanê pêk neanîn ev hefteyeke şervanên YPG û YPJ’ê yê ev hefteyeke li herêma Kaniya Kurda êrîşên çeteyan şikand ligel ku li axa xwe ne tehdît kirin.

Hefteya buhrî jî li heman herêmê 5 şervanên YPG û YPJ’ê operasyon dabûn destpêkirin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibûn dilîgirtin û piştre hatin girtin. Ev tehdîdên leşkeran wekî ji bo helwdana dagirkirinê provokasyon hate nirxandin. Di pêvajoya ku “vekirina korîdora alîkariyê” rojevê ye de ev tehdîdkirina Tirkiyeyê bal kişand.