Tirkiye alîkariya lojîstîkî ya ji bo DAIŞ berdewam dike

Tirkiye alîkariya lojîstîkî ya ji bo DAIŞ berdewam dike

Karmendekî gumrukê yê li Deriyê Sînorê Akçakale dixebite ku nexwest navê xwe bide, îdîa kir ku di derî re ji bo çeteyên DAIŞ desteka lojîstîk tê dayîn û çekên giran ên DAIŞ ên bûne xurde li  qadeke gumrukê depoyekê de tên ragirtin.

Karmendekî gumrukê yê ku li Deriyê Sînor ê Akçakaleyê yê ku bi alîkariyên bi TIR'an ji çeteyên DAIŞ'ê re dibe tê rojevê dixebite îdîayên balkêş anîn ziman. Karmend, anî ziman ku salek berê cihazên X-ray ên gelek hesas hatin kirin lê li gel cihên nava hemû wesayîtan nîşan bidin tevî ku saleke hatin kirin hê nehatine bikaranîn. Karmendê bi hinceta ewlehiyê navê xwe neda wiha got: "TIR'ên ji aliyê Tirkiyeyê tên li qada gumrukê tên sekinandin û piştî TIR'ên ji aliyê Suriyeyê hatin û li wan bar dikin. Dema ev kar tê kirin ji bilî hinek polîsên fermî û sîvîl û hinek karmendan tu kes li wir namîne."

ÇEKÊN GIRAN ÊN AÎDÎ ÇETEYAN LI QADA GUMRUKÊ TÊN VEŞARTIN

Karmend da zanîn ku piştî çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê Îlonê de li hemberî Kobanê dest bi êrîşan kir çekên giran ên çeteyên DAIŞ'ê yên weke doçka û çekên din ên bûne xurde li qada gumrukê di depoyekê de tên ragirtin. Karmend îdîa kir ku li ser çekên giran ên bûn xurde xwîn heye. Karmend, da zanîn li deriyê sînor her tim bêkontrol mirov derbas dibin.