Tirkiye 95 Kobaniyên girtibûn serbest berdan
Tirkiye 95 Kobaniyên girtibûn serbest berdan
Tirkiye 95 Kobaniyên girtibûn serbest berdan
95 Kobaniyên ku 15 roj berê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ ên li ser Kobanê berê xwe dabûn Bakurê Kurdistanê û ji aliyê rayedarên Tirkiye ve li Pirsûsê hatibûn girtin, serbest hatin berdan.
310 Kobaniyên ji ber êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê di 6’ê Cotmehê de berê xwe dabûn navçeya Pirsûs a Rihayê. Rayedarên Tirk sivîlên piraniya wan jin û zarok bûn destpêkê di Dibistana Amadeyî ya Pirsûsê de girtin û piştre ew biribûn qada futbolê ya heman bajarî. Rayedarên Tirk gelek jin û zarok berdabûn û 95 sivîl ji wan ji wê rojê ve li gel wan girtîbûn. Rayedarên Tirk 95 welatiyên girtî ku mabûn li ser esasê wan bibin kampa AFAD a Pirsûsê Riha serbest berdan.